Dayikên şahidên şer: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad bibe 2021-11-12 09:06:14 WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, diyar kirin ku bi salan e şahidê vî şerî ne û ji bo aştiyê îşaret bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.  Dayikên Aştiyê, li Wanê Meclîsa Dayikên Aştiyê ava kirin. Dayikên Aştiyê, destnîşan kirin ku sedema sereke ya aloziya di warê aborî, siyasî, ciakî gelek qadên din de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    HEYA KENGÎ?   Xecê Akdogan (48) ku di sala 1996'an de ji ber şer ji Gevera Colemergê koçî Wanê kiriye, anî ziman ku ew zext û zoriyên di salên 90'an de bûn şahidê wê niha dijwartir û zêdetir bûne û ji bo li ber van polîtîkayên çewsîner ên dewletê rabe di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê de cih girtiye. Akdgan got: "Ji bo gavên me bibin wesîleya aştiyê, min di nav vê meclîsê de cih girt. Bawer nakim ku tu dayik bixwaze xwîn biherike. Em ê ji bo vê bitêkoşin. Ji lew re hê jî şer didome. Ez vî şerî şermezar dikim. Ma dê vî şerî heya kengî bidomînin?"    ROLA OCALAN   Akdogan, destnîşan kir ku Ocalan jî "aştiyeke birûmet" diparêze û daxwaza wan jî heman daxwaz e. Akdoga, bilêv kir ku divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û got: "Her kes dizane ku bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e."    Perîşan Aslan (46) jî ji ber zextên dewletê ji Şirnexê koçî Wanê kiriye. Aslan, anî ziman ku ji roja ku koç kiriye heya niha ji bo aştî û azadiyê têdikoşe û got: "Xaniyên me hatin xerakirin. Em koçber kirin. Bi salan e tahde li me tê kirin. Em jî bi kitanên xwe yên spî li hemberî vê têdikoşin."    BÊDENGIYA JI BO ÇEKÊN KÎMYEWÎ   Aslan, destnîşan kir ku li gel hemû tahde, zext, binçavkirin û girtinan jî dev ji tişta pêbwer bernadin û got: "Bi salan e şer heye. Tê gotin di şer de çekên kîmyewî tên bikaranîn. Kesên ji bo mafên heywanan, mafên derdorê têdikoşin, ji bo van çekên kîmyewî tiştekî nabêjin."    MIFTEYA AŞTIYÊ   Aslan, destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan astengiya herî mezin a li ber aştiyê ye û got: "Mifteya aştiyê di destê Ocalan de ye."   Aslan, diyar kir ku mafên qanûnî yên Ocalan hene û demildest divê azad bibe.    MA / Dîndar Karataş