Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2021-11-13 15:40:46   STENBOL - Li navçeya Kuçukçekmeceyê, zilamê bi navê Sedat K., Ummugulsum Yariş qetil kir.    Li Taxa Halkali ya girêdayî navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê Ummugulsum Yariş (38) ji aliyê Sedat K. yê ku ew berdabû ve hat qetilkirin. Piştî dengê çekan hat bihîstin polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihên bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê ên çûn cihê bûyerê tespît kirin ku Yariş jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê Yariş rakirin nexweşxaneyê. Hat hîn bûn ku 2 zarokên Yarişê hene.    Polîsan ji bo ku Sedat K. yê reviya bigirin dest bi xebatan kirin.