Kerestecîoglû: Pakêta Darazê ya 5'an jin û zarokan naparêze 2021-11-14 10:01:32   ENQERE- Fîlîz Kerestecîoglû ya HDP'î ji bo Pakêta Darazê ya 5'an diyar kir ku guherînên tên derpêşkirin ji bo jin û zarokan xetereyên mezin di xwe de dihewînin û got: "Pakêta Darazê ya 5'an zarokan naparêze."    Pakêta Darazê ya 5'an ku di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat qebûlkirin û tê de "Pêşniyaza Qanûna Derbarê Guherandina Hin Qanûnên Qanûna Îcra û Îflasê de" tê de hene berpêşî Desteya Giştî hat kirin. Di vê qanûna ku hevdîtinên ji bo wê dest pê kirin de, hin hikumên têkildarî zarokên hevjînên hev ên dev ji hev berdane hene. Tê nîqaşkirin ku gava ev guherînên tên derpêşkirin pêk bên, dê ji bo zarokan bibin cihê xetereyên mezin. HDP û CHP'ê bi hinceta fêdeya wê ji bo zarokan tune ye şerh danîn binî.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz kerestecîoglû, qanûna navbirî nirxand.    PARASTINA MAFÊN ZAROKAN   Kerestecîoglû, ev qanûnana hatiye pêşniyazkirin cihê xetereyan e û got: "Jinan ku berpirsiyariya wê ya welayetê heye, sedema wê ya neradestkirina zarok tahde yan jî taciz e û di vî warî de çendî jin diqîrin jî lê pirî caran ji bo zarokên xwe, xwe nagihînin edaletê. Tew gava zarok dibêjin tahde li wan tê kirin jî pirî caran mekanîzmayên pêşîlêgirt û astengdar nayên şixulandin. Ev sererastkirina nû jî di warê îhtimala ku dê bûyerên bi vî rengî neyên lêkolînkirin xetereyan di xwe de dihewîne."    Kerestecîoglû, destnîşan kir ku dê bi vê qanûna nû re dibistan jî bibin cihê ardestkirinê û got: "Pir talûke ye. Dê ev yek bandoreke nebaş li îtibara zarok bike. Dibêjin 'bi hezca zarokan em ê zirarê nedin zarokan.' Lê vê carê radibin bi awayekî din zirarê didin zarokan. An jî kesên ku tê gotin dê pispor bin, kî ne? Ev kes divê pir şareza bin û baş hatibin perwerdekirin. Vê carê hûn ê neçin cem polîsan, lê qey hûn ê hêza pisporan bi kar bînin? Ev baş nehatine nirxandin. Em bi pêkanîneke ku fêdeya zarok esas negirtiye re rû bi rû ne. Divê bi baldan bê vekolandin."    LI MECLÎSÊ JIN   Kerestecîoglû, bal kişand ser têkoşîna jinan ku li meclîsê di warê qanûnên ji bo jin û zarokan de têdikoşin û got: "Cardin tezkereya şer berpêşî meclîsê hat kirin. Em jinên HDP'î tim dibêjin em li dijî şer in, her welatî xwedî mafê ku çarenûsa xwe xwe bi xwe diyar bike û ev şer herî zêde zirarê dide jin û zarokan. Em jin tenê ne li parlementoyê, li kuçe û qadan e jî. Li aliyê din bi rastî jî xizaniya jinan pir zêde bûye. Niha em vê di hevdîtinên ji bo budçeyê de jî tînin ziman.    Li Meclîsê herî zêde hejmara jinan a partiya me ye. Li Meclîsê mafê me yê temsîliyeta wekhev heyeû em hewl didin li gor vê biryarê tevbigerin. Lê belê berî her tiştî ji ber ku em jî tam li gor vê biryarê tevnegeriyan, me xwe rexne kiribû. Lê partiyên din ne wisa ne. Kêmbûna temsîliyeta jinê, li ber xurtbûnê û piştevaniyê jî astengî ye. Niha ji xeynî HDP'ê, serokwekîlên tu partiyekê jî ne jin in. Di AKP'ê de Ozlum Zengîn hebû, lê ew jî ji zû de ye xuya nake. Li vir temsîliyeta mêr heye. Di komîsyonan de hejmara wekîlên jin pir kêm e. Ev jî dibe sedema qelsbûyîna têkoşînê. Her wiha ev kêmasî nîqaşkirina pirsgirêkên jinan jî zehmet dike. Em çi qasî li cem hev bin û bi hevkarî tevbigerin, dê ew qasî jî pêkan be. Hem di warê komîsyonê, hem di warê desteya giştî hem jî di warm çêkirina qanûnan de."    Kerestecîoglû, destnîşan kir ku pêdiviya wan jinan bi hev heye û got: "Dê piştevanî ji heq her tiştî derkeve."    MA / Zemo Aggoz