Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî 2021-11-16 13:40:10   MÊRDÎN - Xwendekar Îrem Zeynep Aygun ku li Wargeha Keçan a Mêrdînê dima, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.   Xwendekara Zanîngeha Artûklûyê Îrem Zeynep Aygun (22) ku li Wargeha Keçan a Mêrdînê ya girêdayî Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê dima, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Di bûyera ku di saetên serê sibehê pêk hat de hat angaştkirin ku Aygun xwe ji paceya odeya xwe ya li qata 8'an întihar kiriye. Li ser ferqkirinê hevalên wê agahî didin rayedarên wargehê. Piştî ku Aygun bi ambûlansê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dide.   ANGAŞTA DERENG MUDAXALE KIRINE   Rayedaran têkildarî bûyerê tu daxuyanî nedan û xwendekaran, da zanîn ku ambûlans dereng hatiye û piştî nîv saetî mudaxile li Aygun hatiye kiriye.