Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin 2021-11-16 15:24:16   DÎLOK - Li nav erdekî yê navçeya Şehît Kamîl jinek kuştî hat dîtin.    Li nav erdekî valê yêtaxa Belkis a navçeya Şehît Kamîl a Dîlokê, jinekê kuştî dîtin. Piştre welatiyan agahî da polisan. Li ser agahdarkirinê polis û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin. Di encama lêkolînan de tîmên tenduristiyê tespît kirin ku jin bi amûrek birînê hatiye kuştin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat tespîtkirin rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Dîlokê.