Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin 2021-11-18 11:01:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê, jinan dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kirin û wê bi semîner û serdanan têkoşîna xwe vebêjin.    Li gelek deverên dinyayê jin ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê daketin qadan û dengê xwe yê li dijî tundiya zilam û dewletê bilind dikin. Yek ji navendên girîng ên van çalakiyan bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li bajar, bi pêşengiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinê ya Sarayê çalakiyên 25'ê Mijdarê hatin destpêkirin û li meclis, bajarok, navçe û komunan semîr tên dayîn.    Jinan pankartên "Dengê min bi dengê te re, ji kuştinên jinan re na" , "Pêkve ber bi dinyayeke bê tundî ve" û "Em bi hevre tundiye biqedînin" li kolan û kuçeyan daleqandine û mal bi mal digerin û di van serdenan de giringiya têkoşînê vedibêjin.