TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn 2021-11-18 15:24:46   AMED - TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên hatine qetilkirin bi bîr anî. Di bîranînê de jinan bertek nîşanî desteserkirina pankarta TJA'yê ya bi hêceta “sûc e” dan, bi dirûşmeya “Em hemû TJA’yî ne” bersiv dan.     Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Birca Keçikê ya li semta Deriyê Mêrdîn a navçeya Sûra Amedê çalakî li dar xistin. Beriya çalakiyê cihê ku daxuyanî lê were dayîn polîsan dorpêç kir. Parlementerên HDP’ê Semra Guzel, Remziye Tosûn û aktivîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn. Polîsan bi hêceta ku remza TJA’yê li ser e, destûr neda ku jin, pankarta bi wêneyên jinên hatine qetilkirin li ser bû daliqînin. Piştî niqaşeke demdirêj a di navbera jin û polîsan de, polîsan got ku hêmanên sûc ên TJA’yê hene û wê li dijî kesên pankart vekirine kirariyan bidin dest pê kirin. Li ser vê yekê jinan bi dirûşmeya “Em hemû TJA’yî ne” bertek nîşanî polîsan dan.    ‘FAÎL DEWLETA MÊR E’   Parlementera HDP’ê Semra Guzel, bi bîr xist ku starta 25’ê Mijdarê duh dane û wiha got: “Îro me xwest li vir di şexsê Denîz Poyraz de jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin. Lê li vir em rastî tundiya polîsan hatin û pankarta me hat astengkirin. Bi salan e em li dijî vê zîhniyeta dewletê ya mêr têdikoşin. Komkujî, tundî, destdirêjî û destavêtina li dijî jinê polîtîk e. Ji ber ku faîlên van komkujiyên jinan ne tenê tacîz û tecawizkar in li pişt van faîlan hişmendiya dewleta mêr heye.”   ‘EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN’   Guzel, diyar kir ku bi salan e li dijî hişmendiya dewlet û mêr têdikoşin û wiha berdewam kir: “Ev hişmendî bi salan e van jinan ji me digire. Ji ber vê yekê jin tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Dixwazin em li mala xwe bi awayekî bêdeng rûnin lê em dest ji vê têkoşînê bernadin. Kujerên jinan li derve nayên darizandin lê ji jinên ku têkoşîna jinan dimeşînin re 30 sal cezayê hefsê tê birîn. 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê tên darizandin. Em ê li dijî van darizandinan berdewam bikin ku li qadan bin.” Guzel pişt re navên jinên hatine qetilkirin yek bi yek xwendin. Jinên ku destûrnedayîna pankartê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin dema çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” berz kirin.    Çalakî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.