Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê 2021-11-19 16:09:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de jinan çalakî û şahiyên cuda li dar xistin û ev peyam dan: "Divê em hem di hêla siyasî de hem jî di hêla têkoşîna mafan de piştevaniyê xurt bikin."   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naveneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê de li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin û li dijî tundiya zilam-dewletê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.    AMED    Komeleya Jinan a Rosayê, li kafeyeke li navçeya Sûrê ya Amedê bernameyek li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel û Hevseroka HDP'a Amedê Gulistan Atasoy, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Seroka Rosayê Adalet Kaya axivî û ev tişt got: "Tirkiye berpirsyariyên xwe yên peyamên navneteweyî bi cih nayne. Em îro bi tundiyên curvecûr re rû bi rû ne. Hem ji hêla dewletê ve hem jî ji hêla zilaman ve tundî li me hatiye kirin. Em dixwazin îro li vir birêxistinbûneke baş biaxivin. Divê em têkoşînê mezin bikin. Bi qasî ku em rêxistinbûna xwe mezin bikin em ê xweparastina xwe pêk bînin. Divê em hem di hêla siyasî de hem jî di hêla têkoşîna mafan de piştevaniyê xurt bikin."   Piştî axaftina Kaya jinên beşdarî bernameyê bûbûn pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû ne vegotin.   Di dawiya bernameyê de jinan bi kilaman re govend gerandin û bi dûrişmeya “Jin jiyan azadî” û tilîlî bernameya xwe bi dawî kirin.    ANTALYA    Platforma Jinan a Antalyayê, ji bo 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şand. Jin li ber Postaneya Gullu hatin gelhev û pankarta "Ji jinên girtî re azadî, bijî piştevaniya jinan" vekirin û dûrişmeya "Binçavkirin, zext û girtin nikarin me têk bibin" berz kirin. Beriya şandina qertan jinan daxuyaniyek da. Li ser navê jinan endama platformê Fatma Kayaoglû axivî û ev tişt got: "Tundiya dewletê jî bi qasî ya zilaman bandor li jinan dike. Binpêkirinên mafên jinan bi zêdeyaî berdewam dikin. Neheqiyên li jinan tenê bi pêvajoya girtinê re ne bi sînor in. Bi lêgerînên tazî tê berdewamkirin. Lêgerîna tazî weke rêbazeke tacîzê tê bikaraîn û tacîz tê meşrûkirin."   DERSIM    Platforma Jinan a Dersimê jî li Qada Seyîd Riza wêneyên 25 jinên hatine kuştin û windakirin da pêşandan. Di nav wêneyên hatin pêşandan de wêneyên Azra Gulendam Haytaoglû, Îpek Er, Pinar Gultekîn, Edanûr Kaplan ku hatine qetilkirin û jinên ku ji ber xweparastina li dijî tundiya li ser xwe di girtîgehan de ne hene.     MARDÎN    Meclisa Jinan a HDP'ê û Tevgera Jinên Azad  (TJA), li navçeya Şemrexê ya Merdînê bi bernameyekê bi jinan re hatin gelhev. Bername li mezraya Hindriz a gundê Qolçiyan a navçeyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî bernameyê bû û got ku wê dev ji destkeftiyên jinan bernedin.