Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in 2021-11-20 09:19:06 ENQERE - Endamên Platforma Jinan a Enqereyê, ji bo çalakiya ku dê di 25'ê Mijdarê de li dar bixin bang kirin: "Em li dijî tahdeyê li qadan bin. Em bi hev re bihêz in."  Jinên ku dê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Hemberî Jinan dakevin qadan, li gelek bajaran starta çalakiyan dan. Jinên li Eneqreyê jî dê bi bangawaziya Platforma Jinan di 25'ê Mijdarê de li Qada Sakaryayê li hev kom bibin. Endamên platformê ku gelek rêxistin, komele û partiyên siyasî û aktivîstên serbixwe jî di nav de ne, dê bi dirûşmeya "li dijî şer, xizanî, tahdeya mêr û dewletê em bitêkoşin" li hev bicivin. Endamên platformê Denîz Akbiyik û Nûrsel Guvendîr bang li hemû jinan kirin.    Nûrsel Guvendîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin û sedema vê jî pergala heyî ye. Guvendîr, destnîşan kir ku ya ku divê li hemberî wê têkoşîn bê kirin feraseta tahdekar a li hemberî jinê ye û got: "Dewlet di warê pêşîlêgirtina tahdeyê de qels e. Me helwesta wê ya ji bo cinayetên dawî û cezayên wê yên komîk dît ku bi polîtîkayên xwe vê yekê diparêze."    RIZGARÎ Û TÊKOŞÎN   Guvendîr, diyar kir ku di pergala heyî de bêyî têkoşînê rizgarî ne pêkan e û got: "Me ev yek di biryara ji bo girtina Çîlem Doganê de jî dît. Mêrên ku jinan dikujin gava qirewatê dixin stuyê xwe cezayên wan tê kêmkirin û lê gava jinên ji bo jiyana xwe xwe diparêzin û mêrên tahdekar dikujin jî tên cezakirin. Yanî di vê pergalê de cezakirina kiryarên tahdeyê ne pir pêkan e. Lewma divê ev pergal bê guherandin. Îjar jin ji bo cîhaneke hîna dil û azad baifirînin divê bi awayekî çalak bitêkoşin."    Guvendîr, ji bo vê bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: "Li hemberî êrişên li ser jinan, taciz û destdirêjiyê, kedxwarî û mobbîngê pêdiviya me bi avakirina mekanîzmayên têkoşîna hevpar heye. Têkoşîna jinê divê bi têkoşîna civakî re bibe yek. Û divê tevahiya jinan xwedî li 25'ê Mijdarê derkevin. Em bang li hemû jinan dikin ku divê bibin kirdeya têkoşînê. Divê em bi hev re gotina xwe bibêjin, têkoşîna xwe û dengê xwe bi yek bikin."    ÎQTIDAR MÊR DIPARÊZE   Denîz Akbiyik jî bal kişand ser zêdebûna tahdeya li hemberî jinê û destnîşan kir ku dewlet di polîtîkaya bêcezatiyê de israr dike. Akbiyik got: "Sedema vê jî, dewleta mêr dilê mêran dibijîne tahdeyê û kiryaran bi bêcezatiyê xelat dike. Çîlem, sirf ji ber ku xwe parast hat cezakirin."    Akbiyik, bilêv kir ku piştî fesixkirina Peymana Stenbolê mêr bêtir berê xwe dane tahdeyê û got: "Di vî warî de îqtidar jî ne li terefê jinan, li terefê mêran sekinî û feraseta mêrê serdest diparêze."    Akbiyik, destnîşan kir ku di 25'ê Mijdarê de dê bibêjin "têkoşîna bi hev re, em ji bo hev serî radikin" û got: "Em naxwazin bên qetilkirin, em doza mafên xwe û keda xwe dikin. Têkoşîna jinê êdî gihaştiye asteke navneteweyî."    PIŞTEVANÎ   Akbiyik, bang li jinên bajêr kir û got: "Li vira cihê hemû jinên têkoşer heye. Em ê di 25'ê Mijdara îsal de bi awayekî girseyî li qadan bin û bi hev re li dijî tahdeyê bitêkoşin. Em bi hev re bihêz in. Girseya jinan a Enqereyê jî hay ji vê heye. Di arîfeya 25'ê Mijdarê de banga me ji bo hemû jina ye; em ê îsal li Qada Sakaryayê bin û em ê li wir bi awayekî girseyî daxuyaniyê bidin. Em saet di 18.30'yî de li benda hemû jinên enqereyî ne."