Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin 2021-11-20 15:17:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan li gelek navendan bal kişandin ser tundiya li jinan tê kirin û ji bo meşên meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê bangên beşdariyê hatin kirin.       Jinên ku li dijî tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên şerê taybet, tecrîd û krîza aborî daketin qadan, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de gelek çalaki li dar xistin.   Jinan diyar kirin ku wê heta 25'ê Mijdarê çalakiyan bidomin û banga tevlîbûna meş û çalakiyan ku wê di 25'ê Mijdarê de li gelek bajaran bên lidarxistin kirin.    EDENE    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi jinan di firavînê de li hev civiyan. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural di çalakiyê de ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê Suphiye Bayav ji bo meşa jinan a wê di 25'ê Mijdarê de saet li 18:00'an ji Qada 5'ê Çile heta Parka Înonû bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.   ŞIRNEX   Li navçeya Cizîr a Şirnexê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de serpêhatiyên jinên ku hatine qetilkirin xwendin. Çalakiya ku li xaçerêya Dortyolê hat lidarxistin de dovîzên "Jin jiyan azadî", " Ji bilî me kes bi sernakeve" û wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hildan. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek jin tevlî bûn.    Di destpêka çalakiyê de Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî. Ecevît, bal kişand li ser qetilkirina jinan û got heta ku faîlên jinên ku hatine qetilkirin bên dîtin ew ê tebikoşin.   Pişt re serpêhatiyên Xwîşkên Mîrabel, Başak Cengîz, Emîne Bulut, Ceren Ozdemîr, Denîz Poyraz û Gulîstan Doku hatin xwendin.    Bername bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   ÎZMÎR   TJA û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo taştê hatin cem hev. Jinan li Nûnertiya HDP'ê ya taxa Çîmentepe li hev civiyan û çalakiyên di 25'ê Mijdarê de bên lidarxistin hatin nirxandin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin di taştê de axivî û banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û got: "Em ji bo hemû jinên hatin qetilkirin û tundiya li jinan tê kirin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan."