Li Wanê jinek hat qetilkirin 2021-11-22 10:44:18   WAN - Hat îdiakirin ku Nûrcan T. a li Ercîşê bi çekê hat kuştin, di şerê navbera hevjîn û xezûrê xwe de hatiye kuştin.    Nûrcan T. a 45 salî ku li gundê Ezik yê girêdayî navçeya Erdîş a Wanê dijiya, bi çekê hat kuştin. Hat îdiakirin ku Nûrcan T. ketiye navbera şerê hevjînê xwe B.T. û xezûrê xwe H.T. û di dema şer de bi çeka ku xezûrê wê bikaranî birîndar bûye. Li ser vê yekê Nûrcan T. a rakirin beşa lênêrîna lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê, jiyana xwe ji dest da.   Hat hînbûn ku piştî bûyerê H.T. hatiye binçavkirin.