Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin 2021-11-25 11:14:37   STENBOL - Li xeta metroyê ya Kadikoyê zilamê bi E.Y. ku hewl da bi amûra birîn êrişî jinekê bike hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku li ser tawanbar qeyda 20 sûcên cuda heye.   Li xeta metroyê ya Tavşantepeya navçeya Kadikoya Stenbolê zilamê bi navê E.Y. hewl da bi amûrek birînê erişî jinekê bike. Êrişkar heqaret û çer li wê jinê kir. Ew kes ji metroyê derket, mîna ku tiştek nekiribe û ne xema wî bû. Di dîmenên kamareyê de derketin holê tê dîtin ku êrişkar gefan li yên derdora xwe jî dixwe.    HAT BINÇAVKIRIN    Piştî ku dîmen hatin belavkirin û li ser bertekên hatin nîşandan, di saetên şeve hat binçavkirin. Miduriyeta Polîsan a Stenbolê derbarê wî tawanbarî de daxuyanî da û ragihand ku qeyda 20 sûcên cuda li ser wî kesî heye.