‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’ 2021-11-27 16:42:43   STENBOL - Rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku desthilat hewl dide cih girtina jinan a di siyasetê de bi destê darazê asteng bike û bi lêv kirin ku wê di Doza Kobanê de li rex jinên ku tên darizandin bibin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Koma Hiqûqnasên Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Hiqûqa Civakî û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, derbarê sûcdarkirina têkoşîna jinê ya di Doza Kobanê de civîneke çapemeniyê li dar xist.     BI DESTÊ DARAZÊ ZEXTAN DIKIN    Endama OHD’ê Parêzer Eylem Arzû Kaya ku li ser navê saziyan metnê daxuyaniyê xwend, diyar kir ku jinên ku têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê didin, her tim bûne hedefa desthilatan û wiha got: “Siyaseta mêr dixwaze ku têkoşîna jinan tasfiye bike. Saziyên ku demeke dirêj li Tirkiyeyê li dijî şîdet, kedxwarî û newekheviya li dijî jinê têkoşiyan e û di her mijarê de bi jinan re di nava piştevaniyê de ne, bi destê dadgeriyê tên tepisandin. Saziyên jinan tên girtin, kesên têkoşîna jinê didin tên girtin û bi zexta darazê re rû bi rû ne.”   ‘PERGALA HEVSEROKATÎ TÊ DARIZANDIN’   Kaya, da zanîn ku yek ji zextên li hember jinan di Doza Kobanê de pêk hat û wiha berdewam kir: “Li gel ku di lêpirsîneke 6 salan de tu binçavkirin nehatin kirin, di dozê de ji nişka ve biryara nepenîtiyê hat standin û gelek kes bi awayekî komî di operasyona siyasî de hatin binçavkirin. Di nav wan kesên hatin girtin de, gelek jinên ku têkoşîna jinan dimeşînin û aktivîstên jin hene. Nasnameya zayendî ya jinê, nêrînên siyasî, axaftinên li ser jinan ên li mîtîngan û li ser kursiya parlamenteriyê, ji bo darizandin û girtinê kirine hêcet. Sîstema me ya hevserokatiyê ku garantiya tevlîbûna jinê li nava siyasetê ye, tê darizandin.”   Piştî axaftina Kaya, nûnerên rêxistinên hiqûqê yên beşdarî daxuyaniyê bûn yek bi yek axivîn û hemû hiqûqnas vexwendin danişîna ku 29’ê Mijdarê pêk were.  Dûre parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zulehya Gulum axivî. Gulum, diyar kir ku ji ber desthilat ji têkoşîna jinan ditirsin êrişî jinan dikin û destnîşan kir ku wê tu jin bêdeng nebin û di têkoşîna xwe de bi israr bin.