Polîsan bi beranberiya girtina failê destdirêjiyê sîxurtî lê ferz kirin 2021-11-28 09:13:12   STENBOL - D.Y. gava Mehmet Tûnç wê taciz dike, diçe qereqolê giliyê Tûnç dike, lê derbarê Tûnç de tiştek nayê kirin. Paşê Tûnç tecawizî wê dike û gava D.Y. cardin diçe qereqolê giliyê wî dike, vê carê polîs bi beranberiya girtina Tûnç sîxurtiyê teklîfî D.Y.'yê dikin.    Dewlet, li herêmê polîtîkayên xwe yên şerê taybet bi destên esker, polîs û karmendên xwe yên bi taybetî hatine perwerdekirin pêk tîne û bi destê van kesan fuhûş û tiryakê berbelav dike. Vê yekê li metrepolan jî bi destê mafya û çeteyan dike. Li Taxa 1 Mayis a navçeya Ataşehîr a Stenbolê ku kurd û elewî lê dijîn, di salên dawî de bi destê çeteyan tiryak tê belavkirin û firotin. Jinên taxê jî bi destdirêjiya çeteyan re rû bi rû dimînin û daxilî nav fuhûşê tên kirin.    Tiştên hatine serê D.Y. a 26 salî, polîtîkaya ku li taxê tên meşandin bi her awayî eşkere dikin. D.Y., di 3'yê Mijdarê de ji aliyê Mehmet Tûnç ê 37 salî ve hat revandin û Tûnç tecwizî wê kir. D.Y. bi awayekî xwe ji nav lepên Tûnç xelas dike û gava ji bo gilîkirinê diçe qereqolê polîs sîxurtiyê lê ferz dikin.    D.Y., destnîşan kir ku Mehmet Tûnç ê ku sicîla wî ji taciz, tecawiz, şêlankerî û tiryakê xalî nabe demeke dirêj ew taciz kiriye. D.Y., bilêv kir ku bi tahdeya dijîtal re rû bi rû maye û demeke dirêj bi awayekî fizîkî hatiye şopandin û ji ber tahdeya lê hatiye kirin di warê derûnî de tedawî bûye.    D.Y., wiha behsa tiştên êvara 3'yê Mijdarê hatine serê wê kir: "Tim dihat ber mala min û dengê muzîkê heya dawî bilind dikir. Digot, 'Gere tu niha dakevî hêrê.' Roja bûyerê ez ne li malê bûm. Mehmet Tûnç, li dora mala me bi gelek wesayîtan kemîna xwe daniye û paşê berê xwe daye mala me û dest bi heqaretan kiriye. Paşê telefonî xwişka min a li taxeke din dimîne kiriye û gef xwarine ku dê zarokên min û malbata min bikuje. Gava xwişka min telefonî min kir, bi fikara ku dê Tûnç malbata min bikuje ez çûm malê."    TECAWIZÎ WÊ KIR    D.Y. diyar kir ku gava hatiye taxê Tûnç ew revandiye û bi darê zorê ew li wesayîtê siwar kiriye û gava wê li wesayîtê siwar kiriye Tûnç bi kesên ku gotine polîs in re axifiye. D.Y., bilêv kir ku piştî axaftina bi telefonê Tûnç jê re gotiye "Tu li kêdigerî bigere, dê polîs neyên. Kes nikare tiştekî bi min bike." D.Y. got: "Min bir malekê. Li wir tecawizî min kir. Bi darê zorê dîmenên min girtin. Min xwest li ber rabim, lê li in xist û ez derb kirim. Ev îşkence heya serê sibehê dewam kir. Serê sibehê got, 'ez ê biçim borekan bikirim.' Min jê re got, 'Bêhna min diçike, dixwazim bi e re bêm.' Pêşî qaneh nebû, lê paşê qaneh bû. Paşê gava min li rawestgehê çend mirov dîtin, min kir hewar. Gava liv û tevgerek çêbû, reviya çû."    LI QEREQOLÊ SÎXURTÎ LÊ FERZ KIRIN   D.Y. anî ziman ku piştî xwe bi xelasê xistiye çûye Qereqola Şehîd Hayrettîn Yildirim a Midûriyeta Polîsan a Ataşehîrê û giliyê Tûnç kiriye, lê belê li qereqolê bi tahdeya polîsan re rû bi rû maye. D.Y. got: "Du saetan li Qereqola Polîsan a Ataşehîrê sekinîm. Guh li gilya min kirin û paşê gotin 'Em li vê herêmê mêze nakin' û min şandina Qereqola Dûdûllûyê. Li wir di dema îfadeyê de ez birim odeyeke din. Li odeyê sê kesên ku gotin 'em îstixbarat in' hebûn. Gotin, 'Em dixwazin aliyê te bikin. Baweriya xwe bi şoreşgeran neyne, heke tu bixwazî em ê bikin ku Mehmet Tûnç li ber te çok vede. Tenê aliyê me bike.' Ji ber ku malbata min malbateke şoreşger e, xwestin vê ji xwe re bikin fersend. Ev kesên ku dibêjin dewletê û edaletê tesmîl dikin, ji bo kesên tecawizî min kir bibînin, xwestin ez sîxurtiyê bikim. Ji dêvla cezakirina sûcdar, xwestin tecawizê wekî êrişekê li hemberî şoreşgeran bi kar bînin."    GEFÊN HEVJÎNÊ BERÊ   D.Y., diyar kir ku sîxurtî qebûl nekiriye û piştî giliyê Tûnç kiriye çûye nexweşxaneyê û rapor girtiye.   Her wiha D.Y. anî ziman ku hevjînê wê yê berê jî gefan lê dixwe û got: "Piştî vê bûyerê gef li min dixwe û dixwaze zarokên min ji min bistîne. Dibêje, ger tu zarokan nedî, wê li terefê Mehmet Tûnç îfadeyê bide."    Saniye Y. (50) dêya D.Y.'yê anî ziman ku piştî Tûnç dev ji şopandinê bernedaye plakeya wesayîtê ragihandine polîsan û polîs hatine ber malê, lê tenê pişta Tûnç miz dane û çûne.    POLÎS NEHAT   Saniye Y. ku roja bûyerê Tûnç bi mirinê gef lê xwarine got: "Wesayît hat ber malê û got, 'D.Y. ger tu neyê ez ê avahiyê guleberan bikim, ez ê malbata te biqelihînim, zarokên te bikujim.' Min jî pace girt û zarok birin serşokê û min telefonî polîsan kir û plakeya wesayîta Tûnç ji wan re got. Me çend caran telefon kir, lê polîs wê rojê nehat."    TENÊ ÎFADEYA WÎ GIRTIN   Saniye Y., destnîşan kir ku polîs û Tûnçê dibeje serekê çeteyan e bi hev re hereket dikin. Saniye Y., anî ziman ku ji ber tecawizê giliyê Tûnç hatiye kirin, lê Tûnç wekî mêvan be bi rihetî çûye qereqolê û got: "Wisa wekî tiştek nebûbe hat qereqolê. Di destê 3 polîsên pê re bûn lehmecûn hebûn. Heya serê sibehê îşkence li keça min kiriye û tecawizî wê kiriye. Telefona wê hatiye desteserkirin û ew bêparastin hiştiye. 15 saetan tî û birçî hatiye hiştin. Lê sirfn dê tecawizkar Mehmet tûnç saetekê li qereqolê bimîne, xwarin jê re anîne qereqolê."    Saniye Y., da zanîn ku Mehmet Tûnç piştî îfadeyê ji qereqolê derketiye û çûye.   Saniye Y. diyar kir ku Tûnç tecawizî hin jinên din jî kiriye û got: "Bi şantajê gelek jin xistine vê dafikê. Ev polîtîkayeke bi zanebûnî tê kirin. Em vê ferasetê nas dikin, dibêjin em çi bikin jî dê tiştekî bi me nekin. Em ji ber bîr û baweriya xwe û nasnameya xwe ya muxalif hedef hatine girtin. Ev kes bi rihetî tevdigerin, nexwe hêzê ji dewletê digirin."    Saniye Y. destnîşan kir ku ji bo fail bê cezakirin çi ji destê wan bê dê bikin û ji bo piştevaniyê bang li hemû jinan kir.