KCDP: Di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin 2021-12-03 12:04:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meha mijdarê ya KCDP’ê, 29 jin hatin kuştin, 10 jin jî bi guman mirin e.    Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora şîdeta mêran a meha mijdara 2021’an eşkere kir. Li gorî raporê di meha mijdarê de 29 jin hatine kuştin, 10 jin jî bi awayek guman mirin e. Sedema kuştina ji 29 jinan a 10 jinan nehat hînbûn, 13 jin jî ji aliyê hevserê xwe an jî xizmên xwe ve bi hinceta wek dev ji hevberdanê, li hev nekirin, nexwestin bizewicin, nehiştin ku bi hev re têkilî daynin hatin kuştin.    KUJER HEVJÎN Û XIZMÊN WAN IN    Li gorî raporê; ji 29 jinan 10 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 jin ji aliyê hevalên xwe zilam ve, jinek ji aliyê hevalê xwe yê berê ve, 4 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek ji aliyê lawê xwe ve, 2 jin ji aliyê kesên nas ve hatine kuştin. Sedema kuştina jinekê jÎ nehatiye tespîtkirin.    KUŞTIN BÊTIR LI MALAN PÊK HATIYE    Ji van jinan 20 jin li malê, 4 jin li derve, 3 jin li cihê kar û jinek jî li nav erazî hatine kuştin. Cihê ku jinek lê hatiye kuştin nehate tespîtkirin. Ji sedî 69’ê jinên di meha mijdarê de hatin kuştin li malên xwe hatine kuştin.