Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Tugluk banga berdanê kir 2021-12-08 14:44:29   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê derbarê Aysel Tugluk a nikare li girtîgehê bimîne de pirsa "Tiştên hûn tînin serê Aysel Tugluk tola çi ye?" kir û xwest Tugluk demildest were berdan.     Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê rewşa Aysel Tugluk a ku di Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F de tê girtin û hişê xwe winda kiriye û nikare di girtîgehê de bimîne daxuyaniya nivîskî belav kir. Hat zanîn li ser daxwaza Aysel Tugluk hewl hatiye dayin ku nexweşiya wê li ser raya giştî neyê belavkirin lê belê ji ber her ku diçe rewşa wê ne baş dibe loma pêdivî hatiye dîtin ku daxuyanî bê dayin.   'JIYANA WÊ DIKEVE TALÛKEYÊ'    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî bêdengiya rayedaran nerazîbûn zêde dibe û wiha hat gotin: "Li go raporên pisporan ev nexweşî ji bo Ayselê di girtîgehê de bimîne asteng e. Nexweşiya Aysel Tugluk ji ber ku her bi pêş ve diçe, loma jî jiyana wê dikeve talûkeyê. Hinek sedemên sereke yên bûye sedema windakirina hişê Aysel Tugluk polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dijminatiya dewletê ya li dijî kurdan e. Her wiha ATK dibêje dikare bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike. Ev biryara ATK'ê jî siyasî ye."    LI DIJÎ SIYASETA MIRINÊ SIYASETA JIYANÊ    Di daxuyaniyê de hat gotin Tugluk emrê xwe daye têkoşînê azadiyê û demokrasiyê û wiha hat gotin: "Aysel Tugluk dema parêzertî dikir li ku derê binpêkirina mafan heba direviya wê derê. Têkoşîna wê ji jinan re bûye feyz. Gotina "Ji bo Aysel Tugluk Edalet" li dijî siyaseta mirinê ya îktidarê parastina siyaseta jiyanê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin û em dibêjin bila demildest Ayselê bê berdan. Em bang li jinan dikin ku li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê em biparêzin."