Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî 2021-12-11 11:44:59   AMED - Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î Fatma Demîrel, piştî parvekirina "ez li kar digerim" dawî li jiyana xwe anî.   Xebatkara tenduristiyê Fatma Demîrel (48) ku li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê dixebitî û bi KHK'ê ji kar hatibû derxistin, li Amedê dawî li jiyana xwe anîn. Hat diyarkirin ku demeke dirêj bûye Demîrel bê kar bûye û ji xwe re li kar geriyaye. Du roj beriya ku întihar bike Demîrel, li ser hesabê xwe yê twîtterê yê bi navê "Evîn Guneş" ev parvekirin kiriye: "Merheba ji herkesî re. Li karekî nû digerim û heke hûn bibin alîkar ez kêfxweş bibim. Ji bo peşniyar, girêdan, tewsiye û firsendan ji niha ve spasiya we dikim. #OpenTowork”    'EV ÎNTIHARA ÇENDAN E?'   Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê medysa sanal agahiya mirina Demîrel ragihand û pirsa "Ev întihara çendan e?" kir.    SES: EM Ê HESAB BIPIRSIN    Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) jî li ser hesabên xwe yê medya sanal, diyar kir ku zilma KHK'ê bi dawî nabe û endama wan Fatma Demîrel ji ber vê zilmê dawî li jiyana xwe aniye û got ku wê hesabê wê bipirsin.