Li Amedê cenazeyê jinekê hat dîtin 2021-12-19 14:27:14   AMED - Li Amedê, karkerên ku xebata dîrekên ceyranê dikirin, cenazeyê jinekê yê binaxkirî dîtin.    Li taxa 450 Evlerê ya navçeya Peyasê ya Amedê, karkerên ku  xebata sererastkirina dîrekên ceyranê dikirin, cenazeyê jinekê yê binaxkirî dîtin. Karkeran piştî ku cenaze dîtin agahî dan polisan. Polisên ku çûn cihê bûyerê tespît kirin ku cenaze yê Şerîfe Çîçek e.