Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir 2021-12-23 12:07:07   EDENE - Li Edenê, jina bi navê Sara B. ji aliyê Serkan T. ve bi giranî hat birîndarkirin.    Li taxa Kûrtûlûş a navçeya Seyhan a Edenê, jina bi navê Sara B. ji aliyê hevjînê xwe yê bi mehra olî Serkan T. ve bi giranî hat birîndarkirin. Bûyer, li oteleke taxê pêk hat û Serkan T. Sara B. bi kêran birîndar kiriye. Jina ku ji ser çavê xwe hat birîndarkirin li nexweşxaneyê tedawiya wê hat destpêkirin.    Êrişkar Serkan T. jî li aliyê polisan ve hat binçavkirin.