Taşdemîr: Berpirsyarê komkujiya li girtîgehan desthilata AKP'ê ye 2021-12-26 13:18:20   AGIRÎ - Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku mirinen li girtîgehan weke "komkujî" pênase kir, got ku berpirsên komkujiya li girtîgehan desthilata AKP-MHP'ê ye û girtîgeh bûne malên mirinê.   Meclisa Jinan a HDP'ê ya Bajar a Agiriyê û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo mirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên li ber avahiya HDP'ê ya Bajar a Agiriyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ne dilrehmî, edalet û azadiya girtiyên nexweş dixwazin" hat vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, rêveberên HDP'ê yên bajar û gelek aktîvîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn.    Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku her roj bi binpekirinên mafan ên li girtîgehan dest bi rojê dikin û wiha got: "Pêkanîn li girtîgehan zilm in. Bêdengiya rayedaran a ji bo zext, tundî û binpêkirinên mafan bûn sedem ku di rojên dawîn de 7 cenaze ji girtîgehan derkevin. Ev komkujî ye. Berpirsê komkujiyê desthilata AKP-MHP'ê ye. Êdî girtîgeh bûne malên mirinê."   Daxuyanî bi dûrişmeyan bi dawî bû.