Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand 2022-01-02 15:34:52   EDENE - Meclîsa Dayikên Aştiyê ku avakirina xwe ragihand, xwestin tecrîd were bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan.    Meclîsa Dayikên Aştiyê li Edeneyê avakirina xwe ragihand. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniya li avahiay HDP’a Seyhanê hate dayîn bûn. Dayika Şemsa Bagdû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku weke dayikan li dijî mirinan e û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    Bagdû, xwest tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û şer bên bidawîkirin.