Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin 2022-01-02 16:19:09   WAN - Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan a li Wanê bi jinan re hat gelhev, diyar kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkên li welat tecrîda li Îmraliyê ye û wiha got: "Heta ku deriyên Îmraliyê nevebin, aştî pêk nayê, qeyrana aborî çareser nabe û demokrasî û edalet nayê vî welatî."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi jinan re hatin gel hev. Di eywana ku hevdîtin pêk hat de pankarta "Jin jiyan azadî" û alên HDP'ê hatin daliqandin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê û bi sedan jin tevlî hevdîtinê bûn. Jinên ku bi cil û bergên herêmî beşdarî hevdîtinê bûn, bi stranên li ser dikê hatin lêxistin, govend gerandin. Di hevdîtina ku bi rêz girtinê dest pê kir de her tim dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û şehît namirin hatin berzkirin.    TÊKOŞÎN ROJ BI ROJ MEZIN DIBE   Di hevdîtinê de ewilî Hevşaredara Serayê Caziye Dûman ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin axivî. Dûman, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên ser gelê kurd tên meşandin û wiha got: "Ji bo avakirina pergala jiyaneke nû li her 4 parçeyên Kurdistanê niha jin têdikoşin. Bi têkoşînê em xwedî li gel, malbat û dezgehan derdikevin. Niha dem dema serkeftin, têkoşîn û azadiyê ye. Roj bi roj em ê mezin bibin û tu hêz nikare li pêşberî me bisekîne."    SALA AZADIYÊ YA JINAN   Pişt re Parlamenter Muazzez Orhan jî da zanîn ku dê sala 2022'yan dê bibe sala azadiyê ya jinan û wiha got: "Bi pêşengiya jinan têkoşîneke mezin tê dayîn. Li hemberî gelê kurd 100 sal in êrişek heye. Lê tu carî êrişkar negihiştin armanca xwe. Kesên ku bûn dijminê kurdan her tim winda kirin. Berxwedana gelê kurd zilm û zordariya desthilatê her tim têk biriye."   KOMKUJIYA PARÎSÊ    Orhan, destnîşan kir ku di sala 2013'an de pêvajoyeke diyalogê hebû û wiha berdewam kir: "Dema ev pêvojo dest pê kir, li Parîsê 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Bi vê qetlîamê peyamek dan jinan û kurdan. Lê ji wê rojê heta îro têkoşîna jinan bêtir bi hêz bû û tu carî serî netewand. Dema jin li cem hevdû bin dê bi hêztir bin. Jin dê bi têkoşînê jiyana bi rûmet avabikin. Ev têkoşîna ku bi pêşengiya jinan tê meşandin, li her qadên jiyanê didome."   'ÇAVKANIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN E'   Orhan, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên ser jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP'ê bi tu awayî naxwaze jin di nava civakê de bibe xwedî maf, 4 dîwar li jinan tê ferzkirin. Lê divê bê zanîn ku ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet dê têbikoşin. Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û hemû girtiyên siyasî bi polîtîkayên taybet re rûbirû ne. Her wiha li hemberî birêz Abdullah Ocalan tecrîdek heye û ev tecrîd belavî hemû girtîgehan bûye. Di şexsê Ocalan de civakê difetîsinin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Heta ku deriyê li Îmraliyê venebe aştî pêk nayê, qeyrana aboriyê nayê çareserkirin û demokrasî û edalet nayê vî welatî. Çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîda li ser Birêz Ocalan e."   Hevdîtina jinan bi guhdarkirina stranan bi dawî bû.