Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê 2022-01-02 20:16:16   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, jina bi navê Safiye Ok ku hat angaştkirin întihar kiriye, bi awayekî biguman jinaya xwe ji dest daye.      Hat angaştkirin ku li gundê Dala yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, jina bi navê Safiye Ok (50) întihar kiriye. Hat diyarkirin ku Ok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî ku otopsiya wê hat kirin cenazeyê Ok ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li gundê ku lê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin.