Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir 2022-01-03 09:11:17   ŞIRNEX - Behiye Nayir ku têkoşîna keça xwe Pakîze Nayir vegot, diyar kir ku piştî kuştina keça xwe tekoşîna wê dewr girtiye û ev tişt got: "Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye." Hevalên Pakîze jî destnîşan kirin ku piştî kuştina wê gelek kesan daye ser rêya wê û tevlî xebatên partiye bûne.    Di sala 2015'an de piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê desthilata AKP'ê ve li dijî kurdan "Plana Çok Şikandinê" kir meriyetê. Di çarçoveyê vê planê de bi hinceta serhildanên li bajaran qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û gelek êrişên dijwar pêk hatin. Di van êrişên ku heta havîna sala 2016'an berdewam kirin de gelek navçe û bajar hatin hilweşandin û gelek kes jî hatin kuştin. Di van êrişan de hêzên dewletê gelek kesên sivîl ku siyasetê dikirin jî kirin hedef û wan kuştin.   Yek ji van navçeyên ku qedexeya derketina derve lê hat îlankirin û şer hat kirin navçeya Silopiya ya Şirnexê bû. Di 4'ê çileya 2016'an de li navçeyê hêzên dewletê êrişî Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dixwestin ji gel re alîkarî bibin kirin û ew kuştin. Dayika Nayir Behiye Nayir û hevala wê Fehîme Saruhan û Asuman Kulter bi munasebeta salvegera kuştina wê behsa têkoşîna Nayir kirin.   Pakîze Nayir di sala 1990'î de li gundê Ziristan ê Silopiyayê ji dayik dibe û piştî demekê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dike. Dema ku Nayir dibe 6 salî malbata wê careke din vedigere navenda Silopiyayê. Piştî ku bi salan li bajarên Tirkiyeyê karkeriya demsalî dike Nayir li taxa xwe dest bi karê kûaforiyê dike. Nayir ji aliyekê ve vî karê xwe didomîne û ji aliyekê ve jî tevlî nav xebatên partiya siyasî dibe. Ji ber nasnameya xwe ya esnafî û siyasî li navçeyê gelek tê nasîn û qebûlkirin.    'GER BOTAN BI SERKEVE WÊ MIROVAHÎ BI SERKEVE'    Nayir, dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê tevlî bernameyeke televîzyonê dibe û bi van gotinan balê dikêşîne ser berxwedana gelê Botanê: "Li ser gelê Botanê qirkirin tê ferzkirin. Ger îro dengê me neyê bihîstin, dibe ku sibe pir dereng be. Ez bang li dewletê dikim, hişê xwe bîne serê xwe.  Xwerêvebirin û xweparastin mafê me yên herî bingehîn e û em dev ji vî mafê xwe bernadin. Di tu qanûn û bawerîyan de êrîşeke bi vî rengî ya hovane nîne. Ez bang li her derê dikim. Vê hawarê bibihîzin, sibê dibe ku pir dereng be. Bawer bikin ger Botan bi ser bikeve wê hemû mirovahî bi ser bikeve."   'ROLA PAKÎZE MEZIN E'   Behiye Nayir jî destnîşan kir ku keça wê bi êrîşên ser Kobanê re bêhtir tevlî çalakiyan bûye û wiha got: "Pakîze heta pola 5'an xwend û piştre Quran dixwend. Ji bo dîn fêm bike beşdarî sohbetên civakê dibû. Pakîze gelek welatparêz bû. Lê di nav xebatên partiyê de cih nedigirt. Dema ku êrişên li ser Kobanê dest pê kirin bandoreke gelek mezin li ser wê çêbû. Roj tunebûn ku cenaze nedihatin. Pakîze ji vê pir bi bandor bû û piştre tevlî xebatan bû. Pakîze xîzmet ji gelê xwe re dikir. Ew bi cenazeyên ku dihatin sînor re eleqeder dibû. Piştî ku keça min hat kuştin min tekoşîna wê dewr girt. Ez hem Dayika Aşitiyê me û hem jî rêvebera HDP'ê ya Sîlopyayê me. Zarokên me hatin kuştin, lê bila zarokên keseke din neyên kuştin. Di beşdarbûna min a xebatên partiyê de roleke mezin a Pakîze heye. Ne tenê jinên kurd, divê hemû jinên cîhanê li tekoşînê xwedî derbikevin. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Kurd jî dixwazin wekî her kesî azad bijîn. Ji bo vê em ê li ber xwe bidin."   'EM DIVÊ JI ZAROK RE TIŞTEKÎ BIHÊLÎN'    Hevala Nayir Fehîme Sarûhan ku bi Nayir re di Meclîsa Jinê de cih digirt jî diyar kir ku Pakîze bandorek mezin li jinan kiriye û bi van gotinan qala wê kir: "Piştî çûyina wê jinan navê zarokên xwe kirin Pakîze. Li Sîlopyayê hûn biçin kîjan malbatê wê nas dike. Di her malekî de bîranîneke wê heye. Rojekî ez û wê em bi hev re çûn cem malbatekê. Dayîkê hê nû ketibû nav nivînan. Wê dayikê ji Pakîze re got, 'Min navê te li keça xwe kir'. Pakîze jê re got, 'Ez hê sax im'. Dayikê jê re got, 'Bila jî ez dixwazim ku keça min jî weke te be. Min xwest ku tu bibînî'. Pakîze jî got, 'Barê min hîn zêdetir bû. Gere gelek tiştên ku em ji zarokên keç re bihêlin hebin'. Wisa jî bû. Demeke dirêj nexebitî lê di wê dema kurt de tiştên ku wê kirin kesekê nekir."    'HERKESÎ DIGOT RIYA WÊ RIYA ME YE'    Yek ji hevala Pakîze jî Hevseroka Navçeya HDP'ê ya Silopiyayê Asuman Kûlter e. Kûlter jî diyar kir ku Pakîze ji her jinî re bûye mînake û wiha axivî: "Di xebatan de hevalake nû bû. Lê her peywira ku dikete ser milê wê dikir. Her tiştî dida aliyekî û xebatên partiyê dida meşandin. Piştî ku hat kuştin jî bandora wê li ser jinan çêbû. Piştî kuştina wê herkesî got, 'Rêya wê rêya me ye' û berê xwe dan partiyê."    MA - Zeynep Dûrgût / Arjîn Dîlek Oncel