Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye 2022-01-04 09:07:39 ŞIRNEX - Siyajîn Bûrûntekîn, şagirta Sêvê Demîr, diyar kir ku bi Sêvê Demîr nasnameya jinê nas kiriye û got: "Her ku ez diwestiyam û min digot bes e, heval Sêvê dihat bîra min û wê demê min digot, na ne bes e."  Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr a ku di sala 1974'an li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû û di sala 1995'an de tevlî malbata xwe koçberî navçeya Salîhlî ya Manîsayê bû, di nava xebatên jinan de cih digirt, di 4'ê Çileya 2016'an de li gel Hevseroka Meclisa Gel Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar li Sîlopiyayê hatibû qetilkirin. Demîr, a ku bi awayekî çalak di nav xebatên jinan de cih digirt, gelek caran hatiye girtin û bi îşkenceyê re rû bi rû maye. Lê tevî hemû astengîyan jî Demîr, di israra xwe ya rêxistinkirin û azadkirina jinê de paî ve gav paşve neavêtiye û ji bo vê gelek jin serwext kirine. Yek ji van jinan jî Sîyajîn Buruntekîn e (40).    Buruntekîn, di sala 2005'an de, li navçeya Sîlopiyayê endamtiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de cih girtiye û di wan salan de ji bo ku bê perwerdekirin diçe Enqereyê. Bûrûntekîn, li Enqereyê tevli atolyeya perwerdehiyê ya baskên jinan a DTP'ê dibe. Bûrûntekîn ku niha li Silopiyayê di bin banê HDP'Ê de dixebite, destnîşan kir ku ew deyndarê Sêvê ye.    'HÊZ DIDA MIN'    Buruntekîn, anî ziman ku wê bi Sêvê têkoşîna jinê nas kiriye. Bûrûntekîn got: "Dema ku ez çûm Enqereyê min nizanibû ez ji bo çi li wir im. Min nedizanî ku endambûn çi ye. Yan jî jinek çawa dikare ku di nav rêxistinê de cih bigire min nedizanî. Ji bo perwerdehiya 15 rojan ez çûm Enqereyê. Yek ji mamosteyê perwerdê jî heval Sêvê bû. Hem ji aliyê mamosteyan ve hem jî ji aliyê xwendekaran ve beşdarbûnek gelek mezin hebû. Lê heval Sêvê kesek pir cuda bû. Navê wê gelek zû hat nasîn. Di perwerdehiya ku hat dayîn de 3 komên perwedehiyê hatin cudakirin. Dema ku min got, ez ji Şirnexê hatime, wê demê nêzikatiya wê cudatir bû. Hevalên dîtir zana bûn. Lê min nedizanî ku ji bo çi ez li wir im û wê çi bikim. Pirsnîşanên bi vî awayî gelek bûn di serê min de."   Bûrûntekîn, bilêv kir ku her ku çûye ew pirsnîşanên di serê wê de zelal bûne û got: "Ez ji bo ku nasnameya xwe ya jinbûnê nas bikim li wir bûm. Perwerdehî jî pîranî li ser vê dihat dayîn. Ew cara ewil bû ku ji malbata xwe dur diketim. Min pir zêde bêriya malbata xwe dikir û ez xemgîn dibûm. Ez bi seatan digiriyam. Vê yekê jî bala heval Sêvê kişand. Pişt re hat û ji min re got, 'Heval tu ji ku derê hatiyî?' Wê jî wisa hîs kir ku ez xwe kêm dihesibînim. Lê wê ji min re got, 'ivê tu xwe kêm nebînî û ji bo me mînakeke herî xurt bî.' Dema ku perwerdehî dida her di nava 10-15 deqîqeyan de ez wek mînak nîşan didam ku ez xwe bi hêz bibînim û biaxivim. Vê rêbaza wê hêz da min. Min di xwe de hêz dît û min ji xwe re got, 'Ez ne ji bo tişteke vala hatime vê derê.'"   'DESTPÊK BÛ, LÊ HETA DAWIYÊ BI MIN RE BÛ'    Bûrûntekîn, bilêv kir ku bi saya Sêvê gelek nakokiyên di hişê wê de çareser bûne. Bûrûntekîn, destnîşan kir ku Sêvê Demîr mamosteyek gelek bihêz bûye û got: Tenê ne di perwerdehiyê de bi her awayî mirovan bala heval Sêvê dikêşand. Em nêzikî 40 kes bûn, lê heval Sêvê di nav wan 40 kesan de ferq kiriye ku ez xwarinê naxwim. Carekî hat li gel min û got, 'Heval Sîyajîn min dît ku tu gelek xwarinê dixwî.Tu çima ev qas zêde xwarinê dixwî?' Ji bo ku ez xemgîn nebim û ji bo vê yekê bi min bide fêmkirin serî li vê rêbazê da. Pişt re got, 'Tu xwarinê naxwî ez dibînim.' Di wê demê de hevalek ji Colemêrgê hebû û navê wê Yildiz bû. Ew heval jî pir qelew bû. Heval Sêvê ew mînak da û got,'Vê demê şûn de tu dê bi heval Yildiz re xwarinê bixwî. Heger tu xwarinê nexwî tu yê bêhêz bibî û em nahêlin ku tu li vir bimînî.' Piştî van gotin û nîqaşan min ji xwe re got, 'Ez ê hewl bidim ku ez bibim keseke weke Sêvê.' Yan jî min ji xwe re got, 'Gelo wê rojek were ku ez jî xwedî sekna Sêvê heval bim.' Sêvê ji bo min pirsnîşanek herî mezin bû. Ev destpêk bû, lê heta dawiyê bi min re bû."    'PÊNÛS TÊRA VEGOTINA WÊ NAKIN'    Bûrûntekîn, diyar kir ku ew ê her tim li ser şopa Sêvêyan bimeşe û di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî perwedehiyê jî me li gelek qadên din hev du tî. Piştî 5-6 salên me derbas bûn, heval Sevê hat Sîlopiyayê û bi me re xebitî. Wê demê jî ez seroka baskên jinan bûm. Piştî hat, di nêzîkatiya wê de guhertin çêbû. Ji min re got, 'Heval Sîyajîn ew rojên destpêkên bû. Êdî tu mezin bûyî. Ez wek roja ewil li te mêze nakim. Divê êdî tu xwe ji rexne û rexnedayînê re amade bikî.' Di nav hevalan de ji yên ku herî zêde em bi awayekî kûr rexne dikirin, yek jê heval Sêvê bû. Di vî milî de gelek hesas bû. Rêbazên wê yên rexnekirin û rexnedayinê gelek cuda bû. Dema ku tu rexne dikirî,weke ku amûrê xerabe perçe perçe bike û piştre jî ji nû ve afirînî bû. Rêbazê wê yê rexnekirinê bi vî awayî bûn. Di perwerdehiyê de jî her tim li ser nasnameya jinê disekinî. Di aliyê nasnameya jinê de tiştê ku wê nîşanî me da ne malbata me ne jî civaka me nîşanî me neda. Hin tişt ew qas zelal vedigotin, nepêkane bû ku mirov fêm nekiriba. Her tim digot, rêxistinkirina jinê û sekna jinê bedelên giranbuha dixwaze. Digot, 'Dema ku niha jî em behsa jinê dikin, di nava peyvên me de xwîna şehîdên jin heye.' Bi vê hesasîyetê nêzîk dibû. Heger îro ez di vê astê de bim û li vir biaxivim ev keda heval Sêvê ye. Dema ku min digot, 'Bese' gotinên heval Sêvê dihatin bîra min û min digot, 'Na ne bese û hê em kêm in.' Di vî milî de Sêvê mamosteyeke pir hêja bû. Ez bawerim ku bi hezaran jêk bandor jê girtine. Ez çi qas wê bînim ziman jî nikaribim bi temamî behsa wê bikim. Tiştê ku me ji wê girt pir bûn.12 salên me bi hev re derbas bûn, lê tu pênûs û lênûsk têra vegotina wê nake. Sêvê mamosteya bîrdoziya jinê ye. Heger mirov jin be û di nav xebatên jinan de cih bigire, divê mirov hevalên weke Sêvê ji xwe re mînak bibîne."   MA / Zeynep Dûrgût