Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê 2022-01-04 12:24:15     ÎZMÎR - Hemşîre Fatma Çambel, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin.    Hemşîre Fatma Çamlibel (28) a di Serwisa Cerahiya Mejî ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Ataturk a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê de dixebitî, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Xizmên Çambel li ser vê yekê tîmên tenduristiyê û polîs agahdar kirin.     Tîmên ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Çambel jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û hat îdiakirin ku Çambelê întîhar kiriye.