Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2022-01-04 15:07:10 ŞIRNEX - Ozlem Çakir ku li Silopiyayê mamoste bû, bi awayekî biguman mirî hat dîtin.    Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, Ozlem Çakir (32) ku Li Dibistaneke Îmam Xatîbê ya Silopiyayê peywir dikir, li oteleke navçeyê bi awayekî biguman mirî hat dîtin. Li ser ferqkirina xebatkarên otelê polis û tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Di encama kontrolên ku hatin kirin hat diyarkirin ku Çakir jiyana xwe ji dest daye.   Cenazeyê mamoste Çakir ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.