Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn 2022-01-04 15:10:37   MÊRDÎN - Siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîs û Silopiyayê hatibûn qetilkirin li Mêrdînê hatin bibîranîn.    Siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir di dema qedexeya derketina derve ya navçeya Silopiyayê de di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin hatin bi bîr anîn. Gelek kes tevlî bîranîna ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li avahiya HDP’a Mêrdînê pêk hat bûn. Li eywanê wêneyên jinên ku hatin qetilkirin hatin danîn û derdora wê find hatin pêxistin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyona ku jiyana jinên kurd vedigot hat nîşandan.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya, qetilkirina jinan şermezar kir. Kaya, bi lêv kir ku jinên ku fikrên xwe tînin ziman tên girtin û qetilkirin û wiha got: “Em van komkujiyan û vê ferasetê şermezar dikin. Em hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.”   Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî xwest ku hesaba komkujiyê were pirsîn. Agaoglû, bi lêv kir ku wê têkoşîna jinên kurd bidome.    Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” û çepikan bi dawî bû.