Çeteleya tundiyê ya 2021’an a Jinnewsê: 311 jin hatin qetilkirin 2022-01-05 10:36:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê ya 2021’an, 6 jê bi awayekî biguman, 25 jin hatin qetilkirin. Di nava sala 2021’an de jî 181 jê bi awayekî biguman, 311 jin hatin qetilkirin.    Li gorî daneyên mehane yên Jinnewsê yên li ser tundiya mêr, di Kanûna 2021’an de 6 jê bi awayekî biguman 25 jin hatin qetilkirin. Yek jê bi awayekî biguman 3 zarok hatin qetilkirin. Dîsa li gorî daneyan jî zarokek hat tecawizkirin.    Di çeteleya vê mehê de, daneyên salekê jî hatin parvekirin. Li gorî vê di sala 2021’an de 181 jê bi awayekî biguman 311 jin hatin qetilkirin. Çeteleya tundiya saleke ku ji aliyê ajansê ve hatiye berhevkirin wiha ye: “Di meha Çileyê de 24, di meha Sibatê de 24, di meha Adarê de 27, di meha Nîsanê de 18, di meha Gulanê de 25, di meha Hezîranê de 25, di meha Tîrmehê de 27, di meha Tebaxê de 34, di meha Îlonê de 25, di meha Cotmehê de 23, di meha Mijdarê de 33, di meha Kanûnê de 26 jin hatin qetilkirin.”