‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’ 2022-01-08 12:13:47 DERSIM - Xalê Sakîne Cansiz, Huseyîn Yildirim bi lêv kir ku fikrên Cansiz û hevalên wê şoreş ava kirin û wiha got: “Em li van nirxên ku Sakîne û rêhevalên wê afirandine, xwedî derkevin.”  Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.    Sakîne Cansiz (Sarya) ku li Zindana Amedê tif li rûyê îşkencekar Esat Oktay kir û serê xwe netewand, weke abîdeya berxwedanê kete dîrokê. Xalê wê Huseyîn Yildirim (76) ku bû şahidê beşeke zarokatî û ciwantiya Cansiz, bi gotina “Keça serhildêr a malbatê” ew vegot. Yildirim, diyar kir ku di zarokatiya xwe de dildariya azadiyê pêş xist û bi baldarî nêzî her karê ku pê re eleqedar dibû û di nava malê de destûr nedida neheqiyê.     ‘EZ HÎN BÛM KU KURD IM’   Yildirim, dazanîn ku di destpêka salên 1970’ê de çûye Hollandayê, di sala 1977’an de vegeriyaye Tirkiyeyê û bi lêv kir ku berî ku Cansiz bi awayekî çalak tevlî xebatan bibe demeke kurt li Îzmîrê di kargehekê de weke karker dixebite. Yildirim, anî ziman ku bi Cansiz a li aliyekê dixebite li aliyê din karkeran birêxistin dike re li Dersimê hev dîtin û wiha got: “Dema ez vegeriyam Sakîne dest bi xebatên siyasî kir. Me li Dêrsimê hevdu dît. Tevî ku hê di salên xwe yên destpêkê de bû, di nava gel de gelekî dihat naskirin û hezkirin. Giranahiyeke fikir û ramanên Sakîneyê di nav malbatê de hebû.”   Yildirim, anî ziman ku Cansizê ji wî re behsa pirsgirêkên ku kurdan dijiyan dikir û wiha berdewam kir: “Ji min re behsa zextên ku li kurdan dihatin kirin dikir. Mi ji wê re bi awayekî hêrs got ‘Em tirk kurê tirkan in. Ji ku em bûn kurd, em ji Horasanê hatine’. Dema min ev gotin gotin li min nêrî kenî û wiha got ‘Temam Xalo tu çawa dizanî wisa bike.’ Sekin û helwesta Sakîneyê ez dehf dam fikirandinê. Pişt re ez fikirîm ku ez ê çawa bibim tirk? Xêra Sakîneyê min fêm kir ku ez kurd im.” Yildirim, bi bîr xist ku Cansiz gelek ji kekê xwe Haydar Cansiz hez dikir û wiha vegot: “Li dijî neheqiyê serî neditewand. Bi taybetî destûr ne dida ku neheqî li birayekî wê bê kirin.”   REVÎNA JI GIRTÎGEHÊ    Yildirim, dazanîn ku bi avakirina PKK’ê re dema Cansiz li Xarpêtê karê bi rêxistin kirinê dikir hat binçavkirin û girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sakîneyê digirin û dibin Girtîgeha Meletiyê. Lê ji girtîgehê direve û tê girtin. Pişt re sirgunî Amed, Amasya û Çanakkaleyê tê kirin. Piştî ku Sakîne hat berdan piştî demekî kurt hat derveyî welat. Ji bo ku wê bibînim ez çûm cihê lê dima û firsenda min a hevdîtinê çêbû. Min pirsa ku çawa ji Girtîgeha Meletiyê revî kir. Reva xwe ya girtîgehê wiha ji min re vegotibû: ‘Jineke ku di ketina girtîgehê de bi gardiyanan re nediaxivî hebû. Dema min firsend dît min cilên wê li xwe kirin û ji deriyê girtîgehê derketim. Gardiyanên di derî de bang li min kirin lê weke ku min ew nebihîstibin tevgeriyam. Min destê xwe hejandin û derketim. Pişt re ez çûm rawestgehekê lê dema ez li wir cenderme hatin û ez dîsa girtim.’ Li girtîgeha Amasyayê jî hewl dide tunelekê bikolin û birevin lê dema tên dawiya tunelê tên girtin.”   ŞOREŞA SAKÎNEYÊ   Yildirim, destnîşan kir ku fikrên Cansiz û rêhevalên wê serdemek guhertin û serdemeke nû vekirin û wiha pê de çû: “Di qada, bawerî, hişmendî û jinê de şoreş pêk anîn. Berê jinan nedikarî tena serê xwe li kolanan bimeşin. Lê îro di serî de li Kurdistanê li her derê jin li ser piya ne, li kolanane û li her derê qîr dikin. Ev ji rêxistinkirin û têkoşîna Sakîneyê wan tê. Sakîneyan, Mazlûman ji bo vî gelî têkoşiyan. Çavên wan li pişt wan neman. Fikrên ku wan pêşengtiya wan kirin û şîn kirin îro li Rojava li Şengalê binecih bûn. Ev berhema wan e û hêza ku wan afirandiye.”   ‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN WAN DERKEVIN’   Yildirim, qetilkirina Cansiz û 2 hevalên wê weke “tirsa dewletê” bi nav kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewletê ew weke hêzekê dîtin. Ji ber ku dema di nava gel de rêxistinkirina jinan pêk hat li wê derê şoreş pêk tê. Ew ji vê tirsiyan û 3 jinên kurd qetil kirin. Em li van nirxên ku Sakîne û rêhevalên wê afirandine, xwedî derkevin.”   MA / Cengîz Ozbasar