Meclîsa Jinan li Amedê kursiya jinê li dar dixin 2017-09-21 12:34:54 AMED – Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Wisa naçe, jin destûr nadin” sibe li Amedê kursiya jin li dar dixin.   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Wisan naçe, jin destûr nadin” dê li Edene, Amed û Stenbolê kursiyên jin li dar bixin. Kursiyên jin a destpêkê li Enqerê hat lidarxistin û sibe dê li Amedê bêdome. Endama Meclisa HDP’ê Bedîa Akkaya bang li jinan kir ku sibe beşdarî kursiya jinê ya li Kolana Hûnerê ya Ofîsa Yenîşehêrî bê lidarxistin, bibin.       Akkaya, diyar kir ku polîtîkayên HDP’ê yên têkildarî jinan, li gorî mîsyonên zayendiya civakî nêzîkatî diyar dike û wiha axivî: “Ji ber ku HDP partiyeke jinane, bi hemû pirsgirêkên civakê re eleqedar dibe. Bi taybetî jî ji bo pirgirêkên jinan xwedî helwestek siyasiye û têkoşere.”    ÇIMA KAMPANYA HAT DESTPÊKIRIN?   Akkaya têkildarî pêdiviya bi kampanyeya wiha anî ziman: “Di pêvajoya dawî de komkujî û tundiya li ser jinan pir zêde bûye. Li dijî vê têkoşînek daîmî heye. Meclisa Jinan a HDP’ê dixwaza vê xeta têkoşîne mezintir bike. Gelek  sûcên li dijî jinan ên bizanebûn, organîze û rêxistinkirî hene. Nêzîkatiyeke ji nava koçeyan qetilkirinên jinan bigrin, heya mahrên di temenê zaroktiyê de, tehemûla kincên jinan nekirin heye. Dema ku em ev yek dît, me pêdivî bi têkoşînek hevpar dît. Ji ber vê yekê me kampanya da destpêkirin.”       'BERÎ KAMPANYAYÊ KOMÎSYON HAT AVAKIRIN'   Akkaya anî ziman ku berî starta kampanyayê bidin komîsyon avakirin û wiha got: “Vê komîsyonê li Tirkiyeyê dest bi lêkolînekê kir. Li ser vê daneyê kijan bûyer derketin holê, kîjan materyalan bûn sedam perwerdeyek baş, çardin di nîqaşande kîjan encamên baş û aqlê hevpar derketin holê, nîqaş hat meşandin û plansaziyek hat çêkirin. Niha kampanyayek baş hatî fikirîn, materyala wê hatî avakirin, perwerde hatî bihêzkirin û bi jinên derdorên cûdare hatî parvekirin heye.” Akkaya anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de “çalakiya kursî” ya di 11’ê Îlonê li Stenbolê hat lidarxistin de gelek saziyên jinan beşdar bûn û diyar kirin ku heya 24’ê Îlonê bidome.     DÊ KONFERANSA JINAN BÊ LIDARBIXIN   Akkaya destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo tundiya desthilatdariyê ya heyî teşhîr bikin dê dirojên bêş der konferanseke jinan lidarbixin û wiha doman: “Piştre jî em ê têkildarî qeyûman komxebatekê lidarbixin. Bi tayîn kirina qeyûma destkeftiyên jinan hatin desteserkirin. Em ê bi dirûşmeya ‘Em destkeftiyên xwe dest wan de bernadin’ û li ser polîtîkayên em ê çawan destkeftiyên xwe ji nû ve bidest bixwin komxebatekê lidar bixin.”    Akkaya da zanîn ku komxebatek din jî li kedê li dar bixin û wiha pêde çû: “Bi hezaran jin ji ber KHK’ê ji karê xwe hatin girtin. Em ê dest bavêjin vê pirsgirêkê jî û polîtîka pêş bixwin. Em ê di 25’ê Mijdarê de bi lidarxistina çalakiyên cûda dawî li kampanyaya xwe bînin.”   DIVÊ JIN BEŞDARÎ KURSIYÊ BIBIN    Akkaya di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê hemû jin di vê kampanyayê de cih bigrin û bi çavekê têkoşer li xwe mêze bikin. Em dê di 16.00'ê roja 22’ê Îlonê de li Kolan Hûnerê ya Ofîsê kursiya serbest li dar bixin. Divê hemû jin beşdarî kursiyê bibin û azad gotina xwe bêjin.”