Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin 2022-01-31 09:00:57 STENBOL - Hevala Aysel Tûglûk a zanîngehê û ya herî dawî di 29’ê Kanûnê de çû serdana wê Refîka Çakillik wiha bang li jinan kir: “Tevkariyeke mezin a Ayselê li têkoşîna jinan çêbû, ji ber vê yekê bêyî cudatiya partî û fikran ji bo Ayselê ji wir derxînin divê herkes destê xwe deyne bin kevir.” Hevseroka Berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Aysel Tûglûk ku di Kanûna 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya  Kocaeliyê tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Tûglûk a di 22’yê Adara 2021’an de li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê 5 bijîjkên pispor muayene kirin, teşhîsa demans a tê wateya windabûna hiş a mayînde danîn ser. Li gorî rapora bijîjkên heman fakulteyê ya Tîrmeha 2021’an hatibû diyarkirin ku “ne pêkane ku di girtîgehê de tenê jiyana xwe bidomîne”. ATK’ê jî di rapora xwe ya 3’yê Îlona 2021’an de diyar kiribû ku Tûglûk dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Li ser îtîraza parêzeran biryar hat dayîn ku Tûglûk hefteya pêşiya me dîsa sewqî ATK’yê were kirin. Di vê pêvajoyê de kampayaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” hat destpêkirin, 53 jinan piştevaniya kampanyayê kir û bi hezaran îmze hatin komkirin. 20 baroyan rojên derbasbûyî daxuyaniya hevpar dabûn, xwestibûn Tûglûk demildest were berdan.    Hevala Zanîngehê ya Tûglûk parêzer Refîka Çakillik têkiladrî têkoşîna hevala xwe axivî. Çakillik, da zanîn ku Tûglûk li zanîngehê nas kir û qala wê demê kir.      JINEKE SERKEFTÎ Û BERXWEDÊR   Çakillik, komkujî û windayên di salên 1990’an de qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Taybetî komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin gelek nebaş bûn. Vê rewşê em gelek polîtîk kirin û em ketin pêvajoya xwe bi rêxistinkirinê. Aysel pişt re li KCD’ê dest bi siyasetê kir. Dû re li Amedê û Wanê ji HDP’ê bû parlementer û li HDP’ê siyaset kir. Ji ber vê yekê ew li Enqereyê bi cih bû û diyaloga me qut bû. Weke hiqûqnasek û jinek min ew ji çapemeniyê şopand. Bi taybetî tiştên di pêvajoya çareseriyê de kirin girîng bûn. Jineke gelek berxwedêr û serkeftî bû. Ev gelek binirx bûn.” Çakillik, bi lêv kir ku piştî dayika Tûglûk jiyana xwe ji dest da cara ewil di girtîgehê de serdana wê dike û wiha berdewam kir: “Pêkanînên di kesayeta Tûglûk de tên kirin peyameke didin. Ji ber ku Aysel Tûglûk remzek bû. Ji ber vê yekê bû hedefa desthilatê.”     Çakillik bal kişand ser rapora Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” û wiha pê de çû: “ATK’ê piştî hevdîtina nîv saetê çawa biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da nizanim. Ji ber vê yekê îtîrazî vê raporê hatin kirin. Dîsa wê sewqî ATK’ê were kirin. Piştî 3 mehan hat razandin wê raporek were amade kirin û biryara dikare di nexweşxaneyê de bimîne an nemine were dayîn. Dema biryara nikare di girtîgehê de bimîne hat dayîn, divê were berdan û li derve were dermankirin. Lê hûn bêjin ATK dê raporeke wisa bide ez jê biguman im. Dîsa hêviya me ewe ku ATK me matmayî bihêle û biryara berdanê bide.”   ‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HERKESÊ’   Çakillik, da zanîn ku herî dawî di 29’ê Kanûna 2021’an de çûye serdana Aysel Tûglûkê û anî ziman ku rewşa wê xerab bû û divê demildest were berdan. Çakillik, destnîşan kir ku di serî de jin hemû kesên ji xwe re dibêjin çepgir, sosyalist û şoreşger divê destê xwe deynin bin kevir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ATK çi biryarê bide bila bide ji bo ku em Ayselê ji wir derxînin tişta ji destê me tê divê em bikin. Heke ATK biryara nikare di girtîgehê de bimîne bide wê ji bo girtiyên din ên nexweş jî bibe biryareke emsal.”   ‘DIVÊ HERKES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’   Çakillik, xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û xwe bigihînin dermankirineke baş û axaftine xwe wiha domand: “Ji ber ku qanûnên me li gorî vê ne û divê bên pêkanîn. Tevkariyeke mezin a Ayselê li têkoşîna jinan çêbû, ji ber vê yekê bêyî cudatiya partî û fikran ji bo Ayselê ji wir derxînin divê herkes destê xwe deyne bin kevir. Ji ber ku girtina Tûglûkê ne hiqûqî ye siyasî ye. Weke hemû parlementer û xebatkarên HDP’ê. Dema me biryarên ATK’ê lêkolînkirin dibînin ku hin endamên çeteyan bêyî ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hebin bi biryara ATK’ê hatine berdan. Lê ji bo girtiyên din ên siyasî kes nîne ku biryareke wisa bide. Ji ber têkildarî desthilatê ye ew der çi beje dê wê bike.”