Kars a ji Komkujiya 19’ê Kanûnê bi birîndarî xelas bûbû jiyana xwe ji dest da 2022-02-07 11:13:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Bîrsen Kars a ji “Operasyona Vegera Jiyanê” bi birîndarî xelas bûbû, li Elmanyaya ku tedawiya penceşêrê didît jiyana xwe ji dest da.    Bîrsen Kars a ji komkujiya di bin navê “Operasyona Vegera Jiyanê” ya di 19’ê Kanûna 2000’ande li ser girtiyên li dijî pêkanîna Tîpên F ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem de, bi birîndarî xelas bûbû, jiyana xwe ji dest da. Halkin Sesî Tv’yê ragihand ku Kars a bi salan e li bajarê Stûttgarta Almanyayê tedawiya penceşêrê didît jiyana xwe ji dest daye.    Kars, dema di sala 1992’yan de li Zanîngeha Stenbolê Endezyara Endustriyê bû di dema çalakiyekê de hatibû binçavkirin bi îdiaya “endama rêxistina dijqanûnî” û ji ber çalakiyên xwe 15 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Kars a di Komkujiya 19’ê Kanûnê de bi gotina “Em 6 jin bûn, em bi saxî şewitandin” bi ambûlansê siwar kiribûn” û ji komkujiyê giran birîndarbûyî xelas bû, ji ber çekên kimyasal û îşkenceya giran bi nexweşiya penceşêrê ket. Kars a wê demê 29 salî bû, piraniya serê wê, destên wê û pişta wê bi giranî şewitî bû.