Ajansa ku nûçeya qetilkirina Mona Hayderî dabû li Îranê hat girtin 2022-02-07 12:13:51 ENQERE - Lijneya Venihêrîna Çapemeniyê ya Îranê, Ajansa Nûçeyan a Roknayê ku nûçeya qetilkirina Mona Heyderî parve kiribû, girt.    Jina bi navê Mona Heyderî (17) li Îranê rastî tundiyê hatibû. Ajansa Nûçeyan a Roknayê ku nûçeya qetilkirina Mona Heyderî çêkiribû, hat qedexekirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a ISNA’yê ku nêzî desthilatiyê ye, di civîna awarte ya Lijneya Veniherîna Çapemeniyê ya di 6’ê sibata 2022’yan de bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku Ajansa Nûçeyan a Roknayê ku nûçeya qetilkirina Hayderî ya ji hêla hevjînê wê ve parve kiribû, were qedexekirin. Di heman demê de derheqê ajansê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Lijneya Venihêrîna Çapemeniyê di biryara xwe de weke hincet jî got; "Dîmenên li dijî wijdana cemaweriyê hatine parvekirin û ev jî rê li ber înfîalê vedike." Xelkê bajêr ku piştî qedexekirina Ajansa Nûçeyan a Roknayê daket kolanan, bertekên xwe bi van gotinan nîşanî desthilatiyê da: “Madem ku ev dîmen rê li ber înfîalê vedikin, wê demê hûn çima bang li xelkê dikin ku bidarvekirina mirovan temaşe bikin?”    ÇI BÛBÛ?   Jina 17 salî Mona Heyderî di roja şemiyê de li bajarê Ahvaz ê eyaleta Huzistan a Îranê ji hêla hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin. Polîsan, hinek parçeyên laşê Heyderî li mala kujer û parçeyên din jî li kolanê dîtibûn. Heyderî di 12 saliya xwe de bi darê zorê bi pismamê wê re hatibû zewicandin û zarokekî wê yê 3 salî hebû. Hat zanîn ku Heyderî ji bo ku xwe ji vê tundiyê xelas bike, koçberî Tirkiyeyê bûbû. Lê kujerê Heyderî ew li Tirkiyeyê dîsa girtibû û biribû Îranê. Piştî ku birin Îranê jî ji hêla hevjîn û tiyê xwe ve hate qetilkirin. Kujerên Heyderî duh hatin binçavkirin. Lêpirsîna derheqê bûyerê de didome.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gorî Destûra Bingehîn a Îranê; heke di erêkirina cînayetê de erêkirina bavê keça hatiye qetilkirin hebe, kujer nayê cezakirin.