Çîroka dayikekê: Bi têkoşînê li ser pêyan ma 2022-02-08 09:15:43 MÊRDÎN - Felek Tanirgan ku bi darê zorê ji gund hatiye derxistin, 3 caran hatiye girtin, 23 sal in hevjînê wê girtiye û keçek wê 10 sal û 6 mehan di girtîgehê de maye, bi têkoşîn û berxwedaneke 5 salan kujerê keça xwe daye girtin. Tanirgan, tiştên hatine serê wê wekî "bedêla ji bo azadiyê" pênase kirin.  Felek Tanirgan a 62 salî ku li hemberî tahde, zilm, binçavkirin û girtinan serî netewendiye têkoşîna xwe ya bi salan wiha xulase kir: "Çendî ez êşiyam jî, lê teslîm nebûm. Min li ber xwe da." Çîrok û têkoşîna Tanirganê, çîrok û têkoşîna hemû kurdên berxwedêr e. Lewma ne çîrokeke pir xerîb e.      Tanirgan, di sala 1986'an de ji ber cerdevantiyê ji gundê Zonê yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê tevî malbata xwe koç kiriye û hatiye li navçeya Qoserê bi cih bûye. Gava ji gund derketiye zarokek wê hebûye û paşê li Qoserê 6 zarokên wê yên din çêbûne.   JIYANA LI GIRTÎGEHAN   Hevjînê wê Cûma Tanirgan ku niha 65 salî ye, di sala 1993'yan de hatiye girtin. Tanirgan û malbata wê pir hewl dane vegerin gundê xwe, lê her tim bi zextên cerdevanan re rû bi rû mane û nikaribûne biçin gundê xwe.    Hevjînê wê piştî tê girtin bi salekê hatiye berdan, lê di 1999'an de vê carê Tanirgan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin. Tanirgan, 3 mehan di girtîgehê de dimîne û tê berdan. Piştî çend mehan di Îlona 1999'an de hevjînê wê cardin tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Cûma Tanirgan ku nêzî 23 sal in girtiye heya niha carekê anjiyo bûye û carekê jî xwîn ji mîdeya wî hatiye.    TEVÎ 2 ZAROKÊN DI GIRTÎGEHÊ DE MA   Felek Tanirgan, di sala 2000'î de cardin hatiye girtin û ji ber ku wê demê du zarokên wê hûr bûne, wan jî bi xwe re biriye girtîgehê. Wê demê 5 zarokên wê jî ku yê herî mezin 12 salî û yê herî biçûk 7 salî bûye bi tena serê xwe mane. Tanirgan vê carê jî 3 mehan di girtîgehê de dimîne û tê berdan. Piştî ji girtîgehê dertê ji bo debara zarokên xwe bike li nav erdan dixebite û diçe paqijiya nav malan dike.    KEÇEK WÊ HAT KUŞTIN   Piştî vê jiyana Tanirganê hîn bêtir zemet dibe. Keça wê Leyla berî daweta xwe bi rojekê di 29'ê Hezîrana 2008'an de ji aliyê kesên nenas ve tê kuştin. Piştî keça wê tê kuştin xizmên wê israr dikin ku biçe Stenbolê. Tanirgan jî diçe Stenbolê, lê pir namîne. Cardin vedigere Qoserê ji bo kujerên keça xwe bibîne. Tanirgan, di sala 2009'an de gava diçe girtîgehê cem hevjînê xwe cardin tê girtin.    KEÇEK WÊ JÎ TÊ GIRTIN   Tanirgan vê carê bi qasî salekê di girtîgehê de dimîne. Piştî tê berdan cardin li kujerên keça xwe Leyla digere. Wê demê keça wê Hatîce jî gava diçe girtîgehê cem bavê xwe tê girtin û 10 sal û 6 meh ceza lê tê birîn.    5 SALAN DA DÛ KUJERAN   Tanirgan li hêlekê debara zarokên xwe dike, li hêlekê jî hewl dide kujerên keça xwe Leylayê bibîne. Piştî lêgerîneke 5 sal û 2 meh û 20 rojan hîn dibe ku tiyê wê keça wê kuştiye. Tiyê wê tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn.    Tanirgan di sala 2016'an de li Şaredariya Qoserê dest bi kar dike, lê piştî qeyûm tê tayinkirin ji kar tê derxistin.    ‘TESLÎM NEBÛM'   Tanirgan bi vî awayî behsa wan rojan kir: "Ji bo kujerên Leylayê bibînim û hesab bipirsim, min pir li ber xwe da. Sax bûm, lê ne wekî berê bûm. Her tişt giran bû ji bo min. Piştî Leylayê pir êşiyam. Lê piştî wextekê ez fikirîm diviyabû ez li 6 zarokên xwe yên din miqate bim. Leyla çû, lê 6 zrokên min ên din hebûn. Min li ber xwe da û min xwe da ser hev. An ez ê bi wê êşê bimirama an jî ez ê rabûma ser pêyan. Çendî ez êşiyam jî, lê teslîm nebûm. Min li ber xwe da. Min û zarokên xwe tev de me li ber xwe da."    ‘JIN BI TÊKOŞÎNÊ AZAD DIBE'   Tanirgan, girtina xwe, hevjîna xwe û keça xwe wekî "bedêla ai bo azadiyê" pênase kir û got: "Ez ji bo wê têkoşînê ne poşman im. Ez jineke kurd im. Min li ber xwe da. Te dît dibêjin, 'dê jin azad bibe.' Jin bi têkoşînê, bi kedê û bi bedêlan azad dibe. Tevî ev qas êş û azaran jî ez li ser pêya me."    Tanirgan, diyar kir ku hevjînê wê di sala 1999î de hatiye girtin û got: "Wê demê hema kî zevt bikirina ne hewceyî sûc mûcekî bû, hema dibirin. Ew kes kurd bûna, temam bû. Ew ceza dikirin. Hevjînê min jî wê çaxê hat girtin. Wê demê heya ji min hat min li ber xwe da û min xwe bi civakê da qebûlkirin. Ez li ser pêya me. Ez jiyana xwe didomînim. Gava hevjînê min ji Mêrdînê birin Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê wê çaxê anjiyo bûbû. Beriya wê bi 2 salan jî xwîn ji mîdeya wî hatibû. 65 salî ye û êdî extiyar bûye. Ji roja şewba Covîd-19'ê dest pê kiriye me ew nedîtiye. Her hefte telefonî me dike. Hevdîtin niha dest pê kirine, lê ji ber dûr e em nikarin biçin."    Tanirgan di dawiya axaftina xwe de got: "Dixwazim ev zilm biqede û deriyên girtîgehan vebin. Dixwazim aştî bê warê me. Bila her kes bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe bijî. Bila kes tu kesî înkar neke. Bila her kes bi çanda xwe bijî. Bila kes li axa xwe ne êsîr be. Bila her kes azad be. Gava em têdikoşiyan me digot, 'gava axa me azad bibe dê jiyan xweş be.' Me ev ji bo zarokên xwe digot. Lê niha zarokên wan jî çêbûne. Êdî bila zarokên wan azad bijîn. Bila bes mirov bimirin. Bila dilê dayikan rihet bibe. Bila bes hêsir ji çavên wan bibarin."    MA / Ahmet Kanbal