Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe 2022-02-12 14:18:55   AMED - Rewşa Yelîz Balkaş a bi awayekî biguman ji qata 5’emîn a avahiya mala xwe ya li navçeya Peyasê kete xwarê, ber bi başiyê ve diçe.    Rewşa Yelîz Balkaş (23) a bi awayekî biguman ji qata 5’emîn a avahiya mala xwe ya li navçeya Peyasa Amedê kete xwarê, ya li nexweşxaneyê ber bi başiyê ve diçe.     Bûyer duh li avahiya 8 qat a li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê qewimî. Balkaş, a bi awayekî biguman ji paceya mala xwe ya li qata 5’an ketibû xwarê, bi giranî birîndar bûbû. Balkaş a bi giranî birîndar bû ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û di beşa lênerîna lezgîn dihat dermankirin.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dermankirina jina ciwan a rewşa wê ber bi başiyê ve diçe, li serwîsa Ortopediyê ya nexweşxaneyê berdewam dike. Hat hînbûn ku Balkaş a ji her du lingên xwe û destên xwe birîndar bû, wê ji ber şikestina lingên xwe were emeliyatkirin.