Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin 2022-02-14 12:08:33   AYDIN - Kesê bi navê Onûr Meydan ku li Aydinê jineke 19 salî bi darê zorê revand, îşkence kir û destdirêjî lê kiribû, hate girtin.    Kesê bi navê Onûr Meydan (32) ku li Taxa Ûmûrlû ya navçeya Efeler a Aydinê dijî û wek operatorê kemçeyê di Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê de dixebitiya, di 10’ê sibatê de bi darê zorê jineke 19 salî revand, îşkence kir û dest dirêjî lê kir. Jina ciwan di 11’ê sibatê de li Goristana Ûmûrlûyê ji hêla welatiyan ve hate dîtin ku bi ser hişê xwe çûbû. Li ser vê yekê welatiyan agahî dan polîsan û komên tenduristiyê. Piştre jî jina ciwan rakirin nexweşxaneya dewletê û li wir tê dermankirin.    Hat zanîn ku rewşa jina ciwan baş dibe û kesê bi navê Onur Meydan li ser îfadeya wê hate binçavkirin. Meydan, bi sûcê destdirêjiyê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê.