Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin 2022-02-15 09:03:56 RIHA - Jinên Rihayî ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin, anîn ziman ku komplo ne gihiştiye armanca xwe û xwestin ku Ocalan azad bibe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal beriya niha di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) komploya 15’ê Sibatê ku 23 sal li pişt xwe hişt, şermezar kirin û xwestin ku Ocalan azad bibe.    Dayîka Aştiyê Hacîre Kaçim (74) bal kişand ku komplo bi pêşengtîya hêzên dewletên endamên NATO'yê hatiye kirin û wiha got: “Dema Birêz Ocalan radestî dewleta Tirkiyeyê kirin em gelek xemgîn û hêrs bûn. Piştî ku komplo pêk hat li hemberî komployê gelek çalakî çêbûn, ez tevlî hemûyan bûm û dibim. Komployê di nava gel de rê li ber hêrseke mezin vekir. 23 sal derbas bûn lê hêj hêrsa me wekî roja pêşî mezin e û tu carî kêm nabe. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû kurd li Îmraliyê tên tecrît kirin. Êdî ev tecrîda li ser Birêz Ocalan divê bi dawî bibe. Êdî bes e. Bila şer raweste. Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Çima nahêlin Birêz Ocalan biaxive. Hemû kes li girtîgehan diçin cem malbatên xwe çima nahêlin parêzerên Birêz Ocalan û malbata wî herin cem? 11 meh derbas bûn tu kes agahî jê nagire. Em dixwazin Birêz Ocalan êdî azad bibe. Heke Birêz Ocalan azad bibe wê aramî were.”   'BI HER MIRINÊ RE EM JÎ DIMIRIN'   Kaçim, bi bîr xist ku di navberên sala 2013 û 2015’an a “pêvajoya çareseriyê” de tu kesê jiyana xwe ji dest nedaye û wiha berdewam kir: “Dema Birêz Ocalan axivî di demekî kin de aramî hat vî welatî. Divê Ocalan dîsa biaxive. Heke deriyên Îmraliyê vebe wê deriyê çareseriyê jî vebe. Em naxwazin tu kes bimire. Êdî dayik naxwazin bigirîn. Em ê heya kengî bimirin?”     'DIVÊ KURD BIBIN YEK'   Dayîka Aştiyê Kadriye Ozdemîr (70) jî anî ziman ku her cara kurdan aştî xwestî ye dewletê bi polîtîkayên şer bersiv daye wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan û hevkarên wan tu carî ji daxwaza aştiyê paş ve gav neavêtin. Me her dem aştî xwest. Divê êdî avek bi vî agirî de bê kirin. Tecrîda ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin îro li hemû qadên jiyanê belav bûye. Her roja ku derbas dibe zext li ser kurdan zêde dibin. Vekirina deriyê  Îmraliyê jî û bi dawîkirina zextan jî di yekîtiya kurdan de derbas dibe. Ku em bibin yek wê deriyê çareseriyê vebe.”   Ozdemîr, da zanîn ku dema Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin, hatiye gotin ku “Êdî tevgera azadiyê qediyaye” û got: “Gotin her tişt bi dawî bû lê tiştek bi dawî ne bû. Têkoşînê berdewam kir û hat heta van rojan. Mirovan canên xwe dan lê nehiştin komplo bigihe armanca xwe. Heya têkoşîn berdewam bike jî komplo bi ser nakeve.”   ‘QEYRANA ABORÎ BI ŞER VE GIRÊDAYÎ YE’   Dayika Aştiyê Hadle Ogûr (50) jî bal kişand ser girîngiya fikr û felsefeya Ocalan û wiha got: “Fikr û felsefeya Ocalan bi taybetî ji bo gelê Rojhilata Navîn ji bo hemû gelên cîhanê girîng e. Ev qeyrana aborî ya her ku diçe mezin dibe bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Mifteya vê pirsgirêkê li Îmraliyê ye. Birêz Ocalan biaxive wê cîhan pir xweş be. Aramî daxwaza hemû gelan e. Rêya çareserîye di Îmraliyê re derbas dibe. Hinek kes dibêjin ‘Li Îmraliyê tecrîd heye em çi bikin’ lê ne wisa ye. Çareseriya qeyrana aboriyê ku niha kûr dibe li Îmraliyê ye. Ku şer berdewam bike wê qeyrana aboriyê kûrtir bibe û tu kes nikaribe di nav aramiyê de debara xwe bike.”   'DAXWAZA ME AZADIYA OCALAN E'   Ogur, anî ziman ku dewletên cîhanê li hemberî gelê kurd du rû ne û wiha domand: “Divê êdî dewletên cîhanê du rû nebin. Kurd herdem çareseriyê dixwazin lê dewlet di şer de israr dike. Wê heya kengî xwîna kurda birijînin. Beriya sedsalan kurd dihatin kuştin niha jî tên kuştin. Divê kurd bi vê zanebûne li hawirdora Birêz Ocalan werin cem hev. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin, ji bilî vê yekê xwesteka me nîne.”   ‘GEL KOMPLO VALA DERXIST’   Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Goktepe jî destnîşan kir ku Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê girîng e û wiha got: “Komplo ne gihişt armanca xwe. Li pişt Birêz Ocalan tevgera gel heye. Gel komplo vala derxis. Jinan bi pêşengtîya fikr û felsefeya Ocalan li Rojava pêşengtiya şoreşê kirin. Piştî komplo ne gihişt armanca xwe, wekî berdewamîya komploye Birêz Ocalan hat tecrîdkirin. 11 meh in parêzerên Birêz Ocalan û malbata wî jê agahî nagirin. Mînaka vê di cîhanê de tune ye. Erka her kurdî ye ku li dijî tecrîde têbikoşe. Em êdî dixwazin Birêz Ocalan azad be.”   MA / Emrûllah Acar