Li Uşakê jinek hat qetilkirin 2022-02-15 09:34:01   UŞAK - Kesê bi navê Onder Bûlût li Uşakê hevjîna xwe Nazîfe Bûlût qetil kir.    Zilamê bi navê Onder Bûlût, hevjîna xwe Nazîfe Bûlût (39) bi darê zorê bir Daristana Bajêr û li wir qetil kir. Kujer Onder Bûlût piştre jî li kekê xwe geriya û li xwe mikûr hat ku hevjîna xwe kuştî ye. Hat zanîn ku kujer Bûlût piştre jî hewl da xwe bikuje.    Kujer Bûlût ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Uşakê, li wir tê dermankirin. Cenazeyê Nazîfe Bûlût jî derbasî morga heman nexweşxaneyê hat kirin.