Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin 2022-02-15 11:35:47 ENQERE - Jinan ji bo Mitînga 8’ê Adarê zend û bendên xwe girê dane û ragihandin dê di 6’ê Adarê de li Meydana Tandoganê mitîngê li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.  Li Kurdistanê, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê jin xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Cîhanê ya Jinan amade dikin ku dakevin qadan. Li Enqereyê îsal jin wê di 6’ê adarê de roja yekşemê mitînga 8’ê Adarê li dar bixin. Ji niha ve jinan dest bi amadekariyên mitîngê kirine. Wê piştî demek dirêj Platforma Enqereyê ya Jinan li Meydana Tandoganê mitîngê li dar bixe. Dê mitîng bi dirûşma “Li Dijî Tundiya Zilam û Dewletê û Feqîriyê Bijî 8’ê Adarê” were ldiarxistin. Platformê ji bo mitîngê serî li Walîtiya Enqereyê da.    Saziyên ku di Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê de cih digirin wiha ne: “Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Egîtîm Sen û Tûm-Bel Sen ên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Enqereyê û Odeya Tabîban a Enqereyê."    Endama Komîsyona Jinan a HDP’a Enqereyê Zeyno Bayramoglu û Nûnera Komîsyona Jinan a DÎSK’ê Başak Eroglu ku di Komîteya Amadekar de cih digirin têkildarî girîngiya 8’ê Adarê û amadekariyên mitîngê ji ajansa me re axivîn.    BERNAMEYEK RENGÎN AMADE DIKIN    Zeyno Bayramoglu da zanîn ku demek dirêj e ku li Enqereyê mitîngek wiha nehatiye lidarxistin û ji bo jin deng û coşa xwe bidin nîşandan biryara mitîngek wiha girtine û got: “Ji bo em îtîraz û gotinên xwe ragihînin em vê mitîngê li dar dixin. Wê ev mitîng bibe mitînga bilindkirina dengê jinan. Bayramoglu got wan serî li Walîtiya Enqereyê dane û li benda bersivê ne û bênavber xebatên wan didomin Bayramoglu diyar kir ku ew amadekariyên bernameyek rengîn dikin û dê daxwaz û îtîrazên jinan bînin ziman û jin dê li meydanê daxwazên xwe berz bikin. Bayramgolu got ew li benda jinan e beşdarî mitîngê bibin û xwest hemû jinên li Enqereyê tevli mitîngê bibin. Bayramoglu anî ziman ku ew ê hem li ber xwe bidin û hem jî wê serî rakin û dê 8’ê Adarek bi hêz li dar bixin.    JIN DÊ BIBIN YEK    Başak Eroglu jî destnîşan kir ku ji bo ew deng û gotinên xwe ragihînin ev mitîng gelek girîng e û wê deng û yekîtiya jinan di mitîngê de bibe yek. Eroglu anî ziman ku dê gelek jinên hunermend li ser dika mitîngê hunera xwe pêşkêş bikin û ew di 6’ê adarê de li benda jinan e li Meydana Tandoganê kom bibin û ewê ji bo mafên jinan li qadan bin û jin hemû bi hev re bi hêz in.    MA / Dîlan Akyol