Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye 2018-02-26 09:33:43 HATAY - Îpek Arslan a di tendûrê de nanê herêmî û borekan dipêjîne û pê debara xwe dike, da zanîn ku li vê kargehê patron karker tune, ew wekî jin bi hev re hilberînê dikin û bi hev re qezenc dikin. Îpek Arslan a dayika 3 zarokan e, berî salekê li Taxa Yeşîladayê ya navçeya Samandaga Hatayê kergehek vekir, ji bo gelek jinan jî bû deriyê aboriyê. Li kargehê nanê tendûrê yê herêmê tê pijandin, lê tişta herî girîng ew e, li kargehê patrok-karker tune, her kes bi hev re hilberînê dike.   Arslan diyar kir ku ew wekî hevrêyên hev li kargehê dixebitin, tenê bi çavê kargehekê li dikanê mêze nakin, di heman demê de têkiliyen di navbera xwe de saz dikin. Arslan aşkera kir ku di nava nanê wan de madeyeke cuda tune, bi tevahî xwezayî ye û ev tişt got: "Ji derveyê nanê tendûrê, nanên bi îsot ê aydê herêma wan, nanê silqoq, borekê lorî jî çêdikin."   'EM KARÊ XWE BI KÊFXWEŞÎ DIKIN’    Arslan bi lêv kir ku ji ber kelûpelên dixebitînin biha ne, berdêla keda xwe nagirin û wiha pê de çû: "Qezenca me kêm e. Ji ber ku hateya nanê me ne zêde ye. Nanê ku em di tendûrê de çêdikin, li bogî nanê firinê, zêde eleqeyî dixwaze. Em neçarin darên stûr bişewitînin. Tişta ku nanê tendûrê bi tem dike, kozê agirin." Arslan bal kişand ser buhabûna ar jî û aşkera kir ku di demên dawî de ar gelekî buha bûye, lê her çendî zêde qezenca wan tune be jî ew wekî jin li gel hev gelek kêfxweş in.   Arslan derbirî ku ew tendûra kevir didin xebatê û taybetmendiya wê jî wiha şîrove kir: "Nanê tendûrê gelek nerm û teze dimîne. Hûn demek dirêj di malê de veşêrin." Arslan destnîşan kir ku her diçe debara malbatê zehmettir dibe û zehmetiyên ku jin di malê de dikişînin jî wiha got: "Jin bi karê malê, zarok û paqijiyê re eleqeder e. Li gorî min her jinek wekî ahtapotê ye. Gelek milên wê yên nayên dîtin hene."