MKGP'ê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dûrgût da 2022-02-15 16:54:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi sedema binçavkirina rojnameger Zeynep Dûrgût daxuyaniyek da û xwest ku Dûrgût were berdan.  Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) der barê binçavkirina nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût de bi ser navê “Çapemeniya azad, di her şert û mercan de li dijî komplo û zextan li ber xwe dide” daxuyaniyeke nivîskî weşand.    MKGP’ê diyar kir ku çapemeniya azad di her şert û mercan de li hemberî zext û zordariyê li ber xwe da û wiha domand: “Îktîdara AKP-MHP'ê, rojname, malperên nûçeyan û televîzyonan weke amûra xwe bi kar tîne. Li hemberî çapemeniya azad a ku hewl dide di her şert û mercan de rastiyan ragihîne jî astengiyan derdixîne. Derfetên rojnamegeriyê ji holê radikin. Herî zêde jî rojnamegerên jin bi wan zextan re rûbirû dimînin.”   BANGA BERDANA DÛRGÛT KIRIN   Di berdewamê de jî MKGP’ê destnîşan kir ku bi hinceta salvegera Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gelê kurd her sal hedef tê girtin. MKGP’ê da zanîn ku rojnameger Dûrgût jî di 14’ê sibatê di çarçoveya van operasyonan de hatiye binçavkirin û wiha bi dawî kir: “Di serdegirtina malê de dest danîn ser materyalên Dûrgût. Îktîdar, bi zext û binçavkirinan dê nekare rê li ber me bigire. Em, dibêjin ku dê dev jî nivîsandina rastiyan bernedin, dê rastiyan bigihînin gel û paş de gav neavêjîn. Di serî de hevala me Zeynep Dûrgût, daxwaza me ew e ku kesên hatine binçavkirin bên berdan.”