‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’ 2018-02-26 10:55:36 ŞIRNEX - Li Hezexê, yek ji pêşengên çalakiyên 8’ê Adarê Dayîka Aştiyê Ayşe Hezer a 53 salî, diyar kir ku têkoşîna wê bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer destpê kiriye û got: “Divê jin êdî serî hildin û nekevin bin bandor û vîna kesan.” Jinên li navçe û navenda  Şirnexê mîna her salê îsali jî bi coş û kelecanek mezin xwe ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê Rojan Jinên Cîhanê amedê dikin. Jinên şirnexî bi şîara “Ev wiha naçe, yan azadî yan azadî” dê dakevin qanda. Dayîka Aştiyê Ayşe Hezer a 53 salî ku bi salane têkoşîna aştiyê dide, diyar kir ku divê jin xwedî li vîna xwe derbikevin.   ‘MÜCADELEYE AZ SAYIDA KADINLA BAŞLADIK’   Hezer, ku di 9’ê Tebaxa 2017’an de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin’ hat girtin û nêzî mehekê di Girtîgeha Tîpa M a Midyatê de ma, ev tişt gotin: “Em di pîrozbahiyên xwe yên îsal de jî li dijî şer aştiyê biparêzin. Me bi hinek hevalên xwe yên jin re dest bi têkoşînê kirin. Vîna ku me danî holê, hîna  jî me winda nekiriye. Ev 15 salin têkoşîna xwe bi rêve dibim. Min demekê di Komeleya Xizmên Windayan ên Mezopotamya (MEYA-DER) ku bi KHK’ê hat girtin de cih girt. Lê wê derê jî min tim têkoşîna xwe ya aştiyê bi rêve bir.”     Hezer, anî ziman ku ew cihê xwe di hemû pirozbahiyên 8’ê Adarê yên Hezexê de digire û wiha bilêv kir: “Li Hezexê berê bi hin jinan re mal bi mal em digeriyan û me gul li jinan belav dikirin. Em keyfxweş dibûn. Gava wan jî em didîtin hêz ji me digirtin. Em ê tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernedin. Tu caran dayîkan şer ne parastiye û tim aştî parastine. Divê êdî dayîk û jin vîna xwe bi xurt danin holê. Divê êdî rabin ser piyan û nekevin bin bandora dewlet û kesan”   MÎNA DAYÎKÊN EFRÎNÊ…    Hezer, da zanîn ku ew 8’ê Adara hemû jinan ji niha de pîroz dike û wiha bi dawî kir: “Dayîk li ku derê dibin bila bibin, divê mîna dayîkên Efrînê xwedî li vîna xwe derkevin, dengên xwe bilind bikin, netirsin, xwedî li zarokên xwe derkevin û bêjin ‘Êdî bese.’ Jinên pêşengtiya berxwedana Efrînê dikin, dê pêşengtiya aştiyê jî bikin. Dayîk dê aştî û serkeftinê bi xwe re bîn in.”