8 sal şunde ji esiriya DAIŞ’ê xelas bû 2022-02-17 12:27:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina êzidî Roza Emîn Bereket a DAIŞ’ê revandibû, piştî dîlgirtina 8 salan azad bû.    Jina êzidî Roza Emîn Bereket ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de yên li ser Şengalê de dîl hatibû girtin, piştî 8 salan azad bû û gihişt xizmên xwe. Rojnewsê ragihand ku Bereket a di 8 salan di destê DAIŞ’ê de ma bûye şahidê gelek pêkanîn hov û diyar kir ku Bereket ji aliyê Asayîşa Jinan a Kobanê ve meh û nîvek berê dema hewl dida wê li ser sînor derbasî Tirkiyeyê bikin hatiye dîtin. Bereket a ku alîkarî xwest û got “ez êzidî me”, bi alîkariya Hêzên Sûriyeye Demokratîk, Hêzên Asayîşa Jinê ya Kobanê û Tora Alîkariya Jinan a Êzîdiyan gihişt xizmên xwe. Bereket ku bav, dayik û xwişk û birayên wê hêj di destê DAIŞ’ê de ne, li Şengalê ji aliyê mame xwe ve hat pêşwazîkirin.    DI DESTÊ DAIŞÊ DE 8 SAL   Roza Emîn Berekat ku ev 8 sal bû esîr bû, di merasîma radestkirina malbatê de axivî û got: “Roja 3’yê Tebaxa 2014’an di hemû jiyana me de roja herî nexweş bû. Dema ku DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, xelkê me kuştin û ew ji hev cuda kirin. Destdirêjî wan kirin û ew li bazaran firotin. Îdeolojiya DAIŞ’ê ya li hemberî pêşwazîkirina jinên êzidî gelekî xerab bû, ji ber ku ji me re tiştên xeyalî li ser awayê jiyana hevbeş bi DAIŞ’ê re di gotin û jiyana bi wan re yek ji wan zehmetiyên a herî dijwar bû, cureyên îşkenceya derûnî bi tirsê re berdewam bû. Ez li Dêrazorê dimam û wan biryar da ku me bibin Tirkiyeyê, lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk em di rê de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Asayîşê dikin ku em ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Hêzên Asayîşê em anîn wargeha êzidiyan a li bajarê Kobanê. Min yek ji mezinên êzidiyan Şêx Farûk re hevdîtin kir. Pişt re ez anîm Şengalê Ez gelek spasiya wan dikim.”   MALBATÊ SPASIYÊN XWE PÊŞKEŞÎ QSD’Ê KIRIN   Dapîra Roza, Xensê Xelef jî wiha axivî: “Alîkariya we, qenciya we li ser serê min. Sipas dikim ku we keça me anî gihande me. Ez spasiya her kesê alîkariya me kirine, dikim.”   Xalê Roza Celal jî keyfxweşiya xwe bo rizgarkirina Rozayê anî ziman û got: “Roza xwarziya min e û ji gundê Hardan e. Bi tevahî malbata xwe ve ketîbû destê DAIŞ’ê. 2 xwişk û birayekî din yê wê hatibûn xelaskirin. Niha dayîka wê, jin bira xwişka min, bavê wê, 2-3 xwişk û birayên wê mane. Ev mehek bû rizgar kirîbûn. Li Rojava li herêma Cizirê li Mala Êzidiyan dima. Îro gihandin me. Em spasiya hemûyan dikin yên ku alîkarî dane û gihandine vêderê.”   Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî jî di derbarê rizgarkirina jina ciwan de ev agahî parve kirin: “Em di serî de spasiya hêzên QSD û Asayîşa Jin ya Kobanê dikin ku ev jina ciwan ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Di van rojên me yên pîroz, di dema rojiyên Xidir İlyas de anîna esîrên me, teslîm kirina keç û jinên me bo malbatên wan pir bi wate ye. Rizgarkirina her keç û ferdek me yên êzidî ji destê wan ji bo me cejn e. Rizgarkirina vê keça ciwan jî li me pîroz be. Heya dawiyê em ê hewil bidin jinên êzidî ji destê wan rizgar bikin.”   Ferîde Şengalî bilêv kir ku vê roja ku keça ciwan teslîmî malbata wê dikin pir bi nirx dibînin û wiha axivî: “Li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî ez cardin dibêjim em gelek spasdar û mînetdarî hêzên YPJ’ê, YPG’ê, QSD’ê û asayîşa Rojava ne ku kar û xebatên rizgarkirina jin û keçên êzidî de alîkarî didin me. Em jî keçên hatine rizgar kirin teslîmî malbatê wan dikin. Dema em vedigerînin jî em teslîmî hemû civaka xwe dikin û wana hembêz dikin.”