Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir 2018-02-26 15:36:25 AMED/ENQERE - Platforma Jinan a Dicle Amed, bernameya 8'ê Adarê ku di navbera 1-10'ê Adarê de pêk bînin bi raya giştî re parve kir. Jin dê di 8'ê adarê de li Amedê mîtîngê pêk bînin. Platforma Jinan a Enqereyê jî dê bi şîara “Em bi piştevaniyê bi hêz dibin, Jiyanê bi Rêxistin dikin" dê di 4'ê Adarê de pîrozbahiyê pêk bînin.  Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKP), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê civînê çapemeniyê pêk anî. Platformê bernameya 8'ê Adarê ku di navbera 1-10'ê Adarê de pêk bînin bi raya giştî re parve kir. Jin dê di 8'ê adarê de li Amedê mîtîngê pêk b Di civînê de Parlamentera HDP'ê Sibel Yiğitalp, Endamên KCD, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclisa Jinan a KESK'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din amade bûn.    Jinan li salonê pankarta "Hêza em ben cem hev û gotina em bêjin heye" vekirin. Gelek jinên tev li daxuyaniyê bûn bi cilên neteweyî amade bûn.    'DÊ BI WATE BE   Ewil Endama Komîsyona Tenduristiyê ya KCD'ê Zelal Bilgin, diyar kir ku di bin sîya OHAL û KHK'yan de faşîzm gelek pêş ketiye û wiha got: "Di vê pêvajoya ku faşîzm pêş ketiye de herî zêde jin dikevin bin bandorê. Di vê pêvajoyê de herî zêde pêdivî bi rêxistina jinan heye. Ji ber vê yekê me Platforma Jinan a Dicle Amed ava kir. Bi zêdebûna şer re tacîz û tecawiz jî zêde bûye. Ji sedî 700 îstîsmara zarokan zêde bûye. ji sedî 400 cînayeta jinan zêde bûye. Ji ber vê yekê îsal 8'ê Adarê bêtir bi wate û girîng e. "   'AMED DÊ BIBE BAJARÊ JINÊ'   Endama DAKP'ê Prz. Gulşen Ozbek jî diyar kir ku jin ji bo aştiyek bi rûmet têdikoşin û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike. Em dê di 8'ê Adarê de daxwazên xwe yên aştiyê biqîrin. Em armanc dikin ku di navbera 1-10'ê Adarê de li Amedê bernameyan çêkin û Amedê bikin bajarê Jinê. Jin dê li her qarê jiyanê li dijî binpêkirinên mafan têbikoşe. Şîara me ya îsal ‘Em hebûn, em hene, em dê hebin".    Ozbek, anî ziman ku dê di 8'ê Aderê de li qada 5'ê Hezîranê (îstasyonê) mîtîngê pêk bînin. Ozbek, anî ziman ku ji bo mîtîngê serî li rayedaran dane û li benda bersîvê ne.    Piştî daxuyaniyê jinan bi hevre dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Ozbek bernameya 8'ê Adarê parve kir û wiha got:    1'ê Adarê   *‘ Start wê ji objektîfa jinan bi pêşangeha wêneyên 8'ê Adarê li salona pêşangehê ya Galeryayê bê dayîn û wê heta 10'ê adarê vekirî bimîne.    *Jinên ku wê saet di 13.00'an de li Deriyê Rihayê bên gel hev wê li ser pira Dehderî fenera daxwazê bifirînin.   * Wê li NCTY'ê li Avşar Sînemayê saet di 18.00 û 20.00'an de fîlmê bi navê 'Hikûmet Kadin' bê pêşandan.   2'yê Adarê     *Wê saet di 11.00'an de ji ber postexaneya Ofîsê ji bo jinên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de ne re kart bên şandin.   *Wê bi jinên li atolyeyê tekstîlê de dixbitin re hevdîtin bê kirin. (13.00-17.00)   *Wê li Avşar Sînemayê fîlmê bi navê AGORA bê pêşandan  (18.00-20.00)   3'yê Adarê   *Ji bo jinên ku hatin windakirin û qetilkirin wê li Parka Koşuyoluyê li ber Abîdeya Mafên mirovan çalakiya rûniştinê û daxuyanî bê dayîn.  (11.00)   4'ê Adarê   * Jinên ku wê li Parka Rojava bên gel hev  wê heta Qda Şêx Saît tura bîsîkletê li dar bixin  (13.00)   5'ê Adarê   * Wê jin li Demîr Otelê panelê li dar bixin (13.00-17.00)   * Li Avşar Sînemayê wê fîlm bê pêşandan bi navê "Pekî Şîmdî Nereye - Başe nihha bi ku de"  (18.00-20.00)   6'ê Adarê   Li Avşar Sînemayê wê fîlmê bi navê "Tek Başina - Bi tena ser ê xwe" bê pêşandan (18.00-20.00)   7'ê Adarê    * Wê ji wesayitên Anonsan li hemû navçeyên Amedê ji bo tevlibûna 8'ê Adarê bang bê kriin.    Li Avşar Sînemayê wê fîlmê bi navê "Hakîkatin Gucu - Hêza Hakîkatê" (18.00-20.00)   8'ê Adarê   * Lî qada Îstasyonê wê mîtînga 8'ê Adarê bê li darxistin  (10.00-17.00)   9'ê Adarê    * “Wê li Şanoya Bajar a Ameêd şano bê pêşandan  (15.00)   * Jinên ku li Kolana Hunerê bên gel hev wê heta Egîtîm Senê bimeşin (18.30-20.00)   10'ê Adarê     *Jinên ku wê li Kampusa Zanîngeha Dîcleyê bên gel hev wê meşa xwezayê li dar bixin.  (09.00)   Wê çalakiyên 8'ê Adarê bi lîstika şanoyê ya ku wê  saet di 15.00 û 19.00'na de bê pêşandan bi dawî bibe.   PLATFORMA JINAN A ENQEREYÊ: EM BIHÊZ DIBIBIN, XWE BI RÊXISTIN DIKIN    Platforma Jinan a Enqereyê jî, di daxuyaniya çapemeniyê ya li Yekîtiya Mulkiyeyan de bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn de pankartên li ser "Em bi piştevaniyê hêzdar dibin, jiyanê bi rêxistin dikin" nivîsandî hat daliqandin. Li ser navê platformê Fatoş Erol daxuyanî da. Erol diyar kir ku 8'ê Adarê çîroka jinên ji bo wekhevî, azadî û mirovahiyê ye û wê îsal jî li çar aliyê cîhanê bi milyonan jin dakevin qada. Erol destnîşan kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re çewisandinên li ser jinan zêde bûne û got: "Komeleyên me, weşanên me tên girtin. Di dema Rewşa Awarte de 11 komeleyên jinan, komeleyeke ya mafê zarokan hat girtin. Em bi KHK'yan ji kar tên avêtin. Parlementer, hevşaredar tên girtin. Jinên têdikoşin tên binçavkirin û girtin. Bi çewisandinan dixwazin dengan bitepisînin."    Erol polîtîkayên hikûmetê yên der barê îstismarkirina zarokan û "qanûna xesandina kîmyewî" bi bîr xist û balê kişand ser necezakirina tecawizkar û îstismarkaran. Erol diyar kir ku dema sûcên zayendî wekî nexweşînên bên tedawîkirin bên nîşandan ev tê wateya ku berpirsiyariya astengkirina êrîşa zayendî ji holê tê rakirin. Erol bi lêv kir ku şideta zayendî bi şideta dewletê nayê çareserkirin.    BANGA JI BO ENDAMÊN MALÊN GEL    Erol destnîşan kir ku ew jin jiyanê diparêzin û îktîdara nêrza ya li jinan tê ferzkirin qebûl nakin û xwest Hevseroka Malên Gel Dilşad Aktaş û endamên Mala Gel ên çend roj berê hatin binçavkirin demildest bên berdan.    Wê Platforma Jinan a Enqereyê di 4'ê Adarê saet di 15.00'an de li Kolana Ziya Gokalpê li ber Şaredariya Çankayê bi dirûşmeya "Em bi piştevaniyê hêzdar dibin, jiyanê bi rêxistin dikin" 8'ê Adarê pîroz bike. Erol ji bo tevlîbûna çalakiyê bang li hemû jinan kir.