‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye' 2018-02-27 09:08:10 STENBOL - Parêzer Mavîş Aydin bal kişand ser îstismarên zayendî û sererastkirina "bikêriya kîmyawî" û ev tişt got: "Dê ev rêbaz pirsgirêkê hêj xirabtir bike. Bi vê polîtîkaya pêşiya lîncê vedikin." Piştî êrîşên zayendî li dijî jin û zarokan zêde bûn, hikumetê nîqaşên "Qanûna bikêriya kîmyawî" da destpêkirin. Di komîsyona îstismarê ya ku bi armanca pêşî li îstismarê bigire hatiye avakirin de, 6 kes hene û ji wan tenê Wezîra Polîtîkaya Civakî û Malbatî Fatma Betul Sayan Kaya jin e, di civîna roja Înê de der barê sererastkirina qanûnî ya "bikêriya kîmyawî" de agahî da û aşkera kir ku li ser vê yekê li hev kirine. Tê payîn ku dê komîsyon vê hefteyê xebatan binirxîne û der barê guhertina mewzûatê de hin agahiyan bide.   Parêzera Komîsyona Jinan a Platforma Hiqûqnasên Azadîxwez (OHD) Mavîş Aydin, sererastkirina qanûnî û piştî sererastkirin bikeve meryetê dê ji bo jin û zarokan çi guhertin bîne, yek bi yek nirxand.   ‘CARA EWIL LI ÎNGILTEREYÊ PÊK HAT’   Aydin diyar kir ku divê berî her tiştî sedemên li dijî îstismara zarokan bê lêkolînkirin û ev tişt got: "Bikêriya kîmyawî li cîhanê bi şeklên fîzîkî û bi şeklên kîmyawî tên kirin. Cara ewil di sala 1952'yan de li Îngîltereyê matamatîkvanek ji ber ku têkiliya hemzayemdî pêk anî bû, wê demê pêk hat. Piştî îstismara li dijî zarokan li Tirkiyeyê zêde bû, cara ewil di Tîrmeha 2016'an de hat rojevê. Divê di warê hiqûqî de jî li Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bê mêzekirin."   ‘EV PÊKANÎN NE ÇARESERÎ YE’   Aydin bi lêv kir ku piştî sûc pêk tê, bi rêya "bikêriya kîmyawî" hormonê didin kesê sûcdar, rêjeya testosteronê tê xistin û ev tişt anî ziman: "Rêbazeke wiha ne çareserî ye. Dema li îstismara zarokan tê mêzekirin, divê asta zanebûna jin û mêr ya di nava civakê de jî bê mêzekirin. Ji ber ku yek jî sedemên herî mezin, civak zayendiyê wekî tabûyî dibîne. Ev jî dibe sedem ku li dijî jin û zarokan êrîşên zayendî zêde bibin.”      ‘ÇARESERÎ HÊZA JINÊ YE’   Aydin destnîşan kir ku heke jin neyê perwerdekirin, civak lêpirsînê bi pêş nexe, dê hêdî hêdî mêjiyê civakê piçûk bibe û wiha pê de çû: "Em jinê di nava civakê de çiqasî bi hêz bikin, dê civak jî ew qas bi hêz be. Divê ev welat mirovên xwe lêpirsîn bike, di warê cihê jin û zarokan de tiştekî bi pêş bixe. Jin çiqasî bê hêz bibe, dê ew qas kêra polîtîkavanên û îdareciyan bê." Aydin da zanîn ku mewzûet nakevin pratîkê û wiha axivî: "Pirsgirêka bingehîn, sed mixabin qasî ku tê xwestin pêk nayên. Dema em li dadgehên malbatan mêze dikin, bi zelalî tê dîtin ku dadger çiqasî nezanin."   'DÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN BÎNE’   Aydin derbirî ku ev pêkanîna ji serdema navîn de maye û li ser laşê mirovan xesareke mezin çê dike û ev tişt anî ziman: "Ev pêkanîneke heke tu wiha bikî, dê wiha bibe ye. Kesên di nava civakê de jî dê vê carê serî li rêbazên cuda bidin. Dê pêşî li polîtîkaya lîncê vebike. Ji xwe demek dirêj e, ji ber ku kes di warê hiqûqî de çareseriyê nabînin, rêbazên xwe bi pêş dixin. Ev ji bo pêşerojê gaveke xeter e. Dê bi xwe re pirsgirêkan bîne." Aydin got ku ev ji çareseriyê zêdetir, dê pirsgirêkê mezin bike û wiha dewam kir: "Berovajiyê mexdûrbûna zarok û jinê ji holê rake, dê bandorê li ser derûniya wan bike. Jin û zarok destpêkê de wekî mexdûr girtina dest, dê pirsgirêkan derxe holê."   ‘WEZARET TÊRÊ NAKE’    Aydin aşkera kir ku dema mijarên der barê jinê de tên rojevê, herî zêde mêr diaxivin û mafê axaftinê nadin jinê. Aydin bi lêv kir ku saziyên heyî di warê çareserkirina mijarê de kêm dimîne û ev tişt got: "Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, berde pirsgirêkê çareser bike, mixabin pirsgirêkên civakê wekî ku pirsgirêkê cîhaneke din e, nêzik dibe. Wezaret di warê mijara têkoşîna ji bo jin û zarokan de têrê nake."   Aydin anî ziman ku saziyên û rêxistinên civaka sivîl ên di vî warî de xebatan dikin, wezaret wan cidî nagire û wiha pê de çû: "Ev meseleya sazî û dezgehan nîne. Ev meseleya welat e, meseleya ku cihê jin û zarokan di nava civakê de diyar dike ye. Heke bi van rojevan pêşketin çêbe, dê çareserî jî çêbe. Lê mêze kin, navê wezaretê jî bi serê xwe pirsgirêk e. Em qala wezareteke ku jinê wekî kesayetî qebûl nake, dikin."   Aydin herî dawî got ku ji bo pêkanîn nekeve dewrê, dê wekî parêzer itirazên pêwîst bikin û têkoşînê bimeşînin.