'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin' 2022-02-25 09:03:53 MÊRSÎN - Parêzer Serap Anyay Ulgul, anî ziman ku li saziyên fermî bi pirsên tawanbar ên ku ji jinên tahde li wan tên kirin tên pirsîn, parastin tê astengkirin û jin jî ji bo ev pirs ji wan neyên kirin serî li saziyan nadin. Li gor çeteleya meha Çile ya 2022'yan a JINNEWSÊ, di meha ewil a sala 2022'yan de herî kêm 32 jin hatine qetilkirin û 31 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.    Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê Serap Angay Ulgulê, anî ziman ku di bûyerên tahdeyê de, jin ji ber helwestên şaş û kêm ên saziyên fermî, di warê serlêdanê de dudilî dibin.   Parêzer Ulgul, bilêv kir ku li qereqolê pirsên wekî "Çawa çêbû? Tu çima li wir bûyî?" û "Mêrê te ye, ka em we li hev bînin" ji jinên tahde li wan tên kirin tên pirsîn û ji ber vê jin nikarin tiştên hatine serê wan bibêjin û gelek jin jî sirf ji ber van pirsan serî li saziyên fermî nadin. Ulgul, diyar kir ku bi vî awayî jin dev ji rapora derbkirin an jî destdirêjiyê jî berdidin.    PIRSA RAST   Ulgul, bilêv kir ku peywireke girîng dikeve ser milê kesên ku gava jinên tahde li wan tên kirin ewilî serî li wan didin û got: "Tişta divê saziyên fermî bikin; pirsên ji bo kiryar zû bê zevtkirin û delîl zû bên berhevkirin bike. Yanî li vira pirsa divê bê kirin ne pirsa 'Te ji bo parastina namûsa xwe çi kir?', divê derî feraseta rolên ku zayendiya civakî li me ferz dikin li meseleyê bê mêzekirin. Gava bi awayekî rast nêzî bûyerê bê kirin, dê sûc û sûcdar bi rihetî kifş bibin. Ev jî tê wateya cezakirina wan kesan."    KÊMKIRINA CEZA   Ulgul, helwesta darazê ya ji bo kiryaran jî nirxand û destnîşan kir ku divê tu qîmeteke kincê ku kiryar li xwe dike û pê tê hizûra dadger tune be û got: "Kiryar gelek caran li jinikê xistiye û axirê ew kuştiye. Pêşî cezayê muebeda giran lê tê birîn û paşê cezayê wî tê kêmkirin. Yanî divê tu qîmeta wî kincê ku sûcdar li xwe dike û pê tê hizûra dadger tune be. A girîng bûyer û paşeroja bersûc e. Bersûc berê gelek tahde li jinê kiriye. Divê ev esas bê girtin."    Ulgul, destnîşan kir ku kêmkirina ceza kiryaran wêrek dike.    QANÛNA JIMARE 6284   Ulgul, diyar kir ku qanûna jimare 6284 a ku ji dêvla Peymana Stenbolê hatiye çêkirin, kêm e û got: "Tê gotin li hemberî tahdeya li nav malê têdikoşe. Yanî li gor pênaseya malbatê ya ku dewletê ji xwe re çêkiriye. Lê divê mirov lê mêze bike bê ka ev parastin çawa tê kirin."    WEKHEVIYA ZAYENDÎ   Ulgul, li ser biryara fesixkirina Peymana Stenbolê û bandorên wê jî sekinî û got: "Berê gava me ji bo dosyeyekê doza mafê axaftinê bikira, me li qadên ku Peymana Stenbolê dane ber me mêze dikir. Lê piştî fesixkirina peymanê, di dest me de tenê CMK, TCK û qanûna jimare 6284'an ma."    Ulgul, girîngiya wekheviya zayendiya civakî destnîşan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ewilî divê bi sererastkirineke hundirîn a sazûmaniyî bê destpêkirin. Lê ev jî ne bes e. Pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye. Divê îqtidara siyasî di warê cinayetên jinan de ev qasî xwe li ker û laliyê daneyne. Ji bo vê gelek sererastkirin divên. Divê perwerdehiya zayendiya civakî daxilî nav jiyana me ya perwerdehiyê bê kirin."    MA / Selman Guzelyuz