Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin 2018-02-27 11:10:45 ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca diyar kir ku di bin şertên OHAL’ê de jinan salek dijwar derbas kir û got: “Em ê şer rawestînin. 8’ê Adarê dê bibe wesîla vê yekê. Ji bo demokrasî, maf, edalet û azadiyê em ê li kolanan bin.”  Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Besîme Konca duh êvarê beriya li Êlihê bê binçavkirin, têkildarî wateya 8’ê Adarê ji bo jinan û plansaziya partiya wan a ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    Konca diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinan cudakariya zayendiya civakî rewa dike û got: “Her ku AKP faşîzm û cudakariya xwe rewa dike, polîtîkayên zayendî jî dixe meriyete. Di meclîsê de ziman û şêwaza li hember jinan bikar tînin her tiştî rave dike. Ev zimanê wan ê li dijî jinan dest pê dike heta dibe tundiya polîtîk û derûnî ya li ser zarok, civak, muxalefet û her kesê gotina xwe dibêje.”    ‘OHAL JI BO JINAN HER TIM HEBÛ’    Konca anî ziman ku li Tirkiyeyê jin her tim di bin Rewaş Awarte (OHAL) de jiyîne û di salek dawî de OHAL’ê bandorek giran a mezin li ser jinan û civakê kiriye. Konca got ku Serokomar Erdogan ji bilî xwe her kesî terorîst dibîne û ev halê wî bi awayekî polîtîk zextê li ser jinan tundtir dike.    ‘2017 JI BO JINAN DIJWAR BÛ’    Konca da zanîn ku bi OHAL’ê re tundiya li ser jinan jî zêde bûye û got: “Di sala 2017’an de jin bi awayekî fizîkî hatin qetilkirin, teşhîrkirin û hedef hatin girtin. Em bi gelek pêkanînan re rû bi rû man. Bi hikûmeta AKP’ê re tundî û kuştina jinan ji sedî 400 zêde bû û em di pêvajoyek wiha qewimî. Di 2017’an de ji 400’î zêdetir jin hatin kuştin. Her wiha îsal îstîsmarkirina zarokan zêde zêde pêk hat.”    ‘DI ŞEXSÊ JINAN DE CIVAKÊ DITIRSÎNIN’    Konca bal kişand ser binçavkirin û girtina siyasetmedaran û hemû siyasetmedaran jin bibîr xist û got ku dixwazin bi binçavkirin û girtinan peyamê bide civakê û civakê çav tirsandî bike.    ‘DI MIJARA ÎSTÎSMARÊ DE NE JIDIL IN’    Konca destnîşan kir ku di demên dawî de îstîsmarkirina zarokan zêde bûye û got: “Ev girêdayî polîtîkayên hikumeta AKP’ê pêk tê. Hikûmet û wezaretên xwe di mijara îstîsmarkirinê de ne jidil in.” Konca da zanîn ku bi polîtîkaya tundiyê peyamê didin civakê û bi êrîşên desthilatdariyê ya li ser nasnameya jinan dixwazin pergala civakek serdest a zilam ava bikin.    ‘HER TIŞT HATIYE QEDEXEKIRIN Û CIVAKÊ DIKIN ŞÎZOFREN’    Konca anî ziman ku hema bêje di nav civakê de gotinên xweşî, başî, aştî û demorkasiyê hatine qedexekirin û wiha got: “Her kesê ku ji şer re dibêje na, rastî her pêkanîn tê û heta tên girtin. Bi gotina ‘Welat ji dest diçe’ dixwaze civakê bixe halek şîzofrenî. Bi polîtîkayên şer re her ku diçe tundî jî zêde dibe. Tu kara vî şerî ji bo Tirkiyeyê nîne. Ev şer ji bo aborî û civakî tiştekî nade qezenckirin. Li welat ne diyarbûnek heye. Herî zêde jî jin ji vê atmosferê bi bandor dibin.”   ‘LI GEL QEDEXEYAN JIN DAKETIN QADAN’    Konca diyar kir ku li gel hemû polîtîkayên tundiyê, qedexekirinê û şertên giran jî sala par jin derketin qadan 8’ê Adarê pîroz kirin û jinan bi hêrs û çalakiyên xwe qedexekirina qadan ji holê rakir û daketin qadan. Konca destnîşan kir ku 8’ê Adarê îsal jî di nokteyek girîng de ye û wiha got: “Ev hemû polîtîka dibin sedem ku em 8’ê Adarê bi awayekî xûrt pêşwazî bikin û li dar bixin. Em ê bi van pîrozbahiyan daxwazên xwe bînin ziman û em ê tundiya serdestiya zilam, şertên OHAL’ê, komkujiyên jinan û îstîsmarkirina zarokan rawestînin.”    ‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ YA AZADÎ YA AZADÎ’    Konca bal kişands er naveroka plansaziya 8’ê Adarê û ev tişt got: “Rejîm bi israr dibêje ‘ya faşîzm ya faşîzm.’ Wek din tu rêyên çareseriyê danayne pêşiya civakê. Divê em vî welatî ji faşîzmê re bernedin. Li hemû bajaran bernameyên me yên 8’ê Adarê hene. Hem li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û hem jî li bajarên heremê bernameyan li dar dixin. Em ê li Wan, Amed, Êlih, Şirnex, Riha û gelek bajarên din em ê li qada bin. Ji 1’ê adarê heta 8’ê Adarê dê bernameyên me bidomin. Em ê li dijî dirûşmên wan faşîzane bibêjin ‘Ev biha naçe, ya azadî ya azadî.’ Dê li gelek deveran panel, şahî û civînên li taxan bên lidarxistin. Herî dawî jî roja 8’ê Adarê di mitîngan de em ê gotinên xwe bêjin.”    ‘JI BO AZADIYÊ BIHERIKIN KOLANAN’   Konca herî dawî wiha got: “Em ê şer rawestînin. Dê jin ji şer, OHAL û KHK’yan re bêje bes e û bisekinînin. 8’ê Adarê dê bibe wesîla vê yekê. Ji bo demokrasî, maf, edalet û azadiyê em ê li kolanan bin.”   MA / Dîren Yurtsever – Dîcle Muftuoglu