Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê 2022-03-01 14:28:04 AMED - Rêxistinên jinan ên Amedê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Sûra Amedê daxuyaniyek dan, ligel astengiya polîsan jî belavok belav kirin û ji girtiyên jin re kart şandin.  Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest pê kir. Di çarçoveya çalakiyan de rêxistinên jinan ên Amedê, li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûra Amedê li hev kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî û bi erbaneyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Pêşiya daxuyaniyê jinan stranên kurdî strîn û govend gerandin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy ve hat dayîn.   Atasoy destnîşan kir ku wê jin li hemberê serdestiya mêran li qadan bin û têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Em wek jinên kurd carek din destnîşan dikin ku hûn bi girtin û çavtirsandinê nikarin têkoşîna me biçewisînin. Em di şexsê Garîbe Gezer û Denîz Poyraz de soza bilindkirina têkoşînê didin û wê hêviya xwe ya ji bo azadiyê xurtir dikin. Wê jin tu carî paş gav de neavêje û têkoşîna xwe berdewam bike.”   Piştî daxuyaniyê jinan xwest ku li navçeya Sûrê belavokên 8'ê Adarê belav bikin. Lê polîsan astengî derxist û nehiştin ku belavok bên belavkirin. Jinan astengiya polîsan bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” û bi strandina stranên kurdî protesto kirin.   Tevî astengiya polîsan jî jinan belavokan heta ber postexaneya Sûrê belav kirin. Pişt re jî ji jinên girtî re kart şandin.    Çalakiya jinan bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.