Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin 2022-03-02 16:08:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin. Jinan got ew ê coşa 8’ê Adarê bibin 21’ê Adarê û agirê Newrozê geş bikin.  Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê çalakî û şahî tên lidarxistin. Îro jî lig elek navendan jinan bi wesîleya 8’ê Adarê çalakî li dar xistin. Çalakî û şahî û daxuyanî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a HDP’ê û rêxistinên jinan hatin birêvebirin.    Jinan li navçeya Payîzavaya Wanê hevdîtin li dar xistin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun destnîşan kir ku ew ê bikin têkoşîna jinan mezintir bibe û got: “Em ê tevî hemû zextan û tundiyê jî 8’ê Adarê bi coş pîroz bikin. Em ê coşa 8’ê Adarê di 21’ê Adarê de jî nîşan bidin û agirê Newrozê geş bikin.”    Aktîvîstên TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê, jinên endamên SES’ê û Egîtîm Senê li bajarên wek Edeneyê, Amedê, Colemêrg, Mêrsînê, Antalyayê jî şahî û daxuyanî li dar xistin û banga beşdariya mitîngên 8’ê Adar kirin.